Taniş û Denîz hatin bibîranîn: Kujerên wan li Rojava Kurdan qetil dikin

Parve bike:
ŞIRNEX - Serokê HADEP’ê Serdar Taniş û rêveberê wê Ebubekîr Denîz di salvegera xwe ya 25’emîn de hatin bibîranin. Di bîranînê de hate xwestin ku bûyer were ronîkirin û faîl bên girtin û cezakirin. 
 
Serokê HADEP’ê yê Silopiya ya Şirnexê Serdar Taniş û rêvebirê partiyê Ebubekir Denîz, di 25’ê Çileya sala 2001’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin binçavkirin û ji wê demê ve tu agahî ji wan nayê girtin. Taniş û Denîz, di salvegera 25’an a windakirina xwe de hatin bibîranîn. Ji bo bîranînê, li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê daxuyanî hate dayin. Malbatên Taniş û Denîz, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê, aktivîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Ew hêj winda ne, em şopdarên rêya wan in” hatin hilgirtin. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Silopiyayê Besê Cevîz ve hate xwendin. Besê Cevîz, diyar kir ku heta ku kujer bên dîtin û ji wan hesab bê pirsîn ew ê têkoşîna xwe ya rewa bidomînin. 
 
‘BAVÊ MIN LI KU YE?’
 
Keça Ebubekîr Denîz, Ceylan Denîz jî di daxuyaniyê de axivî û got ku piştî windakirina bavê wê û Serdar Taniş, jiyana wan serûbin bûye û wiha domand: “Bavê min; em nizanin ka tu li ku yî, tu dicemidî, tu me difikirî, em nizanin. Em zarok bûn; mezin bûn, zewicîn lê te yek ji van jî nedît. Qet nebe xwezî te şahiditiya keyfxweşiya me kiriba. Tu li ku derê bî dilê me li wir diavêje. Bavê min Ebubekîr Denîz ne tenê navek bû, bavek bû, mirovek bû, zarokê dayikekê bû. Ez dixwazim ku rastiyê bizanim, bavê min li ku ye? Em jibîr nakin û em ê jibîr nekin.”
 
Piştre bavê Serdar Taniş, Şûayîp Taniş axivî. Şûayîp Taniş jî bi lêv kir ku ev 25 sal in ku ew tu agahiyan jî Taniş û Denîz nagirin û daxwaz kir ku kujer demildest bên dîtin û aqûbeta zarokên wan bên ronîkirin.
 
‘KUJERÊN WAN LI ROJAVA KURDAN QETIL DIKIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got: “Ên ji windakirina van her du hevalan berpirsyar, Levent Ersoz e. Ne tenê ev her du heval, gelek hevalên din jî ji aliyê van kesan ve hatin windakirin. Di wan salan de gelek kes bi awayekî qirêjî hatin windakirin. Ev destê qirêj îro jî li Rojava gelê Kurd qetil dikin û van sûcên şer dewleta tirk vedişêre û piştgiriya wan dike. Lê îro gelê Kurd li dijî komkujiyê û qirkirinê li ser piyaye û vê qebûl nake. Niha li wir agirbest ragihandine lêbelê hê dorpêç didome. Divê ku mûzakere bên destpêkirin û vî şerî bidin sekinandin. Ne em keziyên jinên ku hatine birîn jibîr dikin û ne jî em zarokên ku sarmayê de mirîn jibîr kirin û ne jî em Taniş û Denîz jibîr dikin.”
 
Daxuyanî, bi dirûşmên “Şehîd namirin”  û “ Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.