Li Farqînê lehî rabû
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2026 11:02
- |
AMED - Ji şevê din ve li Farqînê baran dibare û ji ber barana zêde lehî rabû. Di lehiyê de hinek di bin avê de man û ziyanên madî çêbûn.
Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber barîna barana zêde lehî rabû. Li Taxa Selahattîn a navçeyê ji ber lehiyê çendek avahî di bin avê de man. Li ser cade û kolanên navçeyê jî gerên avê çêbûn.
Piştî agahdakirinê, komên şaredariyê çûn cihê bûyerê û ava ketibû avahiyan vala kir û rê paqij kirin. Xebatên li herêma lehiyê didomin.