Li Efrîn û Helebê sepanên dermirovî zêde dibin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li Efrînê, sepanên girtin, îşkence, qetilkirin, koçberkirin û desteserkirina mal û milkê gel ên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk zêde dibin. Bi van êrişan, avadaniya civakî ya gelê Kurd hedef tê girtin. 

HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk, di 6’ê Çileyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êriş dan destpêkirin. Pevçûn, piştre li seranserî rojavayê Kurdistanê belav bûn. Di 29’ê Çileyê de jî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de peymanek hate mohrkirin û pevçûn derbasî qonaxeke nû bûn. Bi peymanê re li hemû eniyan agirbest hate ragihandin. Lê tevî agirbestê jî dorpêça li ser Kobanê 21 roj in didome. 
 
Di demeke ev geşedan diqewimin de, li bajarê Efrînê ku ji hêla komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin, binpêkirinên giran ên mafan tên kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Efrînê sepanên girtin, revandin, îşkence, înfaz, dizî û talanê hatin zêdekirin. 
 
DEMOGRAFYA TÊ GUHERANDIN 
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên qadê hatine bidestxistin; komên paramîlîter sepanên ku yekser nasname û avadaniya civakî ya gelê Kurd hedef digirin xistine meriyetê. Çavkaniyan, got ku binpêkirinên heyî rîska paqijiya etnîkî rageşiyeke mezin a civakî bi xwe re tîne. Valakirina herêmên Kurdan, parçekirina avadaniya civaka Kurd û bi darê zorê guherandina demografyaya herêmê çendek sepanên DAIŞ, HTŞ û van komên din ên paramîlîter in. Ev binpêkirinên salên dirêj e li Sûriyeyê di meriyetê de, îro di nava şert û mercên necezakirinê de derketine astekî krîtîk. 
 
JI BER BÊHIQÛQTIYÊ EV BINPÊKIRIN DERKETIN LÛTKEYÊ 
 
Çavkaniyan, da zanîn ku piştî êrişên 6’ê Sibatê yên ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê,  komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk polîtîkayeke mezin a dorpêçkirinê bi veşarî dimeşînin. Tax tên dorpêçkirin, bi ser gelek malan de tê girtin, xizmetên sereke tên qutkirin û bi taybet jî hewl didin di nava ciwanan de tirsê belav bikin. Li gorî agahiyên me ji şêniyên taxê girtine; piştî komên paramîlîter kontrol bidestxistin, ji ber nebûna hiqûqê û rewşa necezakirinê, binpêkirinên li dijî sivîlan derketin lûtkeyê.
 
 
AQÛBETA 272 KESAN NAYÊ ZANÎN 
 
Binpêkirinên li dijî sivîlên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi girtin û îşkenceyan didomin. Bi îdiaya ku têkiliya wan bi HSD’ê re heye; komên paramîlîter li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 293 jinên ciwan û zilam revandin. Ji yên hatin girtin heta niha tenê 21 jê hatine berdan û aqûbeta 272’yan jî nayê zanîn. Li gorî agahiyên xizmên girtiyan dane; di dema rapirsînê de îşkence tê kirin, ragihandin qedexe ye, serdan qedexe ne û ji hinek malbatan jî fîdye tê xwestin. Malbatên hinek girtiyan jî dan zanîn ku belgeyên mirinê yên zarokên xwe yên hatine kuştin bi darê zorê û di bin gefa kuştinê de mohr kirine. Cenaze hatin teslîmkirin û gef li malbatan hate xwstin ku bûyer ji raya giştî re neyê parvekirin. 
 
4 BIRA HATIN QETILKIRIN
 
Bûyerên dawî yên li Helebê hatine jiyîn, valahiya hiqûqê ya li herêmê dîsa raxist ber çavan. Di 9’ê Çileya 2026’an de komên paramîlîter li Kolana Hazzanê ya taxa Şêxmeqsûdê ji heman malbatê 4 bira revand. Ciwan, birin bajarokê Heyyanê yê li bakurê Helebê û li wir hatin îşkencekirin û înfazkirin. Di bûyerê de 11 milyon lîreyên Sûriyeyê yên malbatê û 3 hezar dolarên emrîkî jî hatin xespkirin. Yên jiyana xwe ji dest dan ji malbata Akrash a ser nifûsa Heyyanê ye: Mihemed Mehmûd Akrash (1980), Diab Mehmûd Akrash (1983), Mistefa Mehmûd Akrash (1997) û Hesen Mehmûd Akrash (2000).
 
DI KOÇBERIYA BER BI EFRÎNÊ VE DE BINPÊKIRIN 
 
Piştî êrişan, bi hezaran malbatên Kurd bi darê zorê koçî Efrînê hatin kirin. Li noqteya kontrolê ya têketina Efrînê de 7 ciwan ji hêla komên paramîlîter ve hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar. Hinek malbat piştî pevçûnan, vegeriyan malên xwe yên di bin çavdêriya îstîxbarata Tirkiyeyê de. Çavkaniyên herêmî got ku şopandin û binçavkirinên li taxên Helebê hêj berdewam in, ciwanên Kurd hedef tên girtin û rewşa tirs û bêbaweriyê didome. Her wiha, hate belgekirin ku li taxa Şêxmeqsûdê 17 kes bi sedema ku di karûbarên darayî, arşîv, dîwan û yekîneyên leşkerî de xebitîne, bi îşkenceyê hatine kuştin. 
 
 
TALAN Û WÊRANIYA LI EFRÎNÊ DIDOME 
 
Çavkaniyên li Efrînê, da zanîn ku komên paramîlîter dest danîne ser berhemên zeytûnan, ji xwediyên erd ji sedî 50 par xwestine, malên welatiyan bi keyfî dagir dikin û çavkaniyên çandiniyê yên herêmê talan dikin. Armanca ji van sepanan jî ew e ku gel xizan bibe, neçarî koçberiyê bibe û şertên jiyaneke însanî ji holê rabin. 
 
NY: PAŞGUHKIRINA BINPÊKIRINAN GEFÊ LI AŞTIYÊ DIXWE 
 
Di demeke binpêkirinên li Heleb û Efrînê li dijî Kurdan didomi de Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî kir. Di daxuyaniyê de balê dikişîne ser xetereya şerê navxweyî, zêdebûna şerên etnîkî û parçebûna avadaniya civakî ya Sûriyeyê. Hate gotin ku paşguhkirina binpêkirinan û hesabnedayîna berpirsyaran, ne tenê ji bo herêmên Kurdan lê ji bo tevahiya Sûriyeyê gefeke yekser a li dijî aştiya civakî ye. 
 
MA / E. Pejder Altan