ETHA’yê banga piştevaniyê kir

Parve bike:

STENBOL - ETHA ku edîtor û nûçegihanên wê hate girtin, banga piştevaniyê li şopîner, rêxistinên çep, sosyalîst kir û banga nûçegihantiye bi dilxwazî kir. 

 
Di çarçoveya operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) de77 kes hatin girtin. ETHA’yê daxuyanî da û ragihand ku bi ser malan û buroyan de hatiye girtin û kel û pelên teknîkê hatine desteserkirin. Hat ragihandin ku rojnamevanên girtî, şandine girtîgehê. Rojnamevan Zuleyha Muldur jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina dervey welêt hate berdan.
 
Ajansê di daxuyaniya li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal dayî de banga piştevaniyê li xwîner, dost û saziyên çep-sosyalîst kir û banga “nûçegihantiya bi dilxwazî” li rojnamevanan kir.
 
ETHA’yê xwest ku welatî bûyerên civakî û çalakiyan qeyd bikin û ji ajansê re bişînin û bang li hempîşeyên xwe jî kir ku bi nûçeyên taybet û roportajan tevkariyê li ajansê bikin. Di daxuyaniyê de her wiha ji bo buro car din dest bi fealiyetê bikin banga piştgiriya teknîkê hate kirin û hate xwestin ku ji bo rojnamevanên girtî name bên nivîsandin û Rojnameya Atilim were belavkirin.
 
Di daxuyaniyê de ev jî hate gotin: “Hûn dikarin bi şopandina hesabên me yên medyaya dîjîtal û bi parvekirinê sansura li ser me bidin rakirin.”