HRANA: Hejmara mirinên piştrastkirî yên li Îranê derket 6 hezar û 961’an
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2026 14:24
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê ragihand ku di çalakiyên protestoyî yên li Îranê de heta niha kuştina 6 hezar û 961 kesan hatiye piştrastkirin.
Çalakiyên protestoyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê di roja 44’an de berdewam in. Human Rights Activists News Agency (HRANA), rapora xwe ya têkildarî bîlançoya 43 rojên çalakiyan bi raya giştî re parve kir.
HRANA’yê da zanîn ku heta niha 6 hezar û 961 mirin piştrast kirine. Hate gotin ku ji van 214 jê endamên hêzên girêdayî rejîmê, 64 jê “sivîlên ne çalakvan” in. Hat gotin ku 207 jê zarok qetilkirina 6 hezar û 476 welatiyên çalakvan hatiye pişrastkirin.
Hat gotin ku 11 hezar û 730 bûyerên mirinê jî lêkolîn dikin. Hate diyarkirin ku heta niha 11 hezar û 22 welatî birîndar bûne, 120 jê xwendekar bi giştî 51 hezar û 591 kes hatine girtin, bi darê zorê “îtîraf” bi 331 kesan hatiye kirin û li ser medyaya alîgir hatine weşandin.
Di raporê de hate gotin ku heta niha ji bo îfadeyê bangî 11 hezar û 50 kesan hatiye kirin.