NAVENDA NÛÇEYAN - Hinceta "bekayê" ya desthilatan, cîhanê veguherand goristana zimanan. Li Tirkiyeyê ku tenê zimanê Tirkî, zimanê perwerdehiyê ye, 15 ziman li ber mirinê ne. Xala 42'yan a Destûra Bingehîn astengiyê datîne ber perwerdehiya bi zimanê dayikê. Ligel vê, hejmara mamosteyên Kurdî yên tayinkirî, hejmareke pir biçûk e.
Li ser biryarên Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî, ji sala 2000'î vir ve, 21'ê Sibatê wekî "ROja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" tê pîrozkirin. Sedema sereke ya pîrozbahiyên ku 26 sal in tên lidarxistin, teşwîqkirtina pircandîtî û pirzimanîtiya cîhanê ye. Lê belê, bi sedan ziman bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû ne.
UNESCO: DU HEFTEYAN CAREKÊ ZIMANEK TUNE DIBE
Li gor rapora 4'ê Adara 2025'an a UNESCO'yê, ji zimanên tên axaftin an jî zimanê îşaretan 8 hezar û 324 ziman hene. Ji vana niha nêzî 7 hezar jê hene. Lê belê tenê 351 ziman tenê zimanê perwerdehiyê ne. Li seranserê cîhanê rêjeya zarokên ku bi zimanê dayikê tên perwerdekirin ji sedî 40 e.
Her 2 haftada 1 dil yok oluyor; bu da dil koruma ve canlandırma çalışmalarının acil ihtiyacını vurguluyor.
ETHNOLOGUE: JI SEDÎ 44'Ê ZIMANAN BI TALÛKEYÊ RE RÛ BI RÛ NE
Li gorî daneyên Ethnologueyê ku di warê xebatên ziman û envantera wan de çavkaniyeke girîng e, li seranserê cîhanê 7 hezar û 159 ziman tên bikaraanîn.
Niha nêzî ji sedî 44'ê tevahiya zimanan bi talûkeyê re rû bi rû ne û piraniya wan tenê 1000 hezar bikarhênerên wan mane.
Zimanê herî mezin ê cîhanê, bi giştî zimanê zêdetirî 3,7 milyar mirovî ye. Ev tenê, ji sedî 0,3'yê zimanê cîhanê pêk tîne û hema bêje nîviyê zimanê cîhanê dihewîne.
Her wiha hejmarên di raporên her du saziyan de cih digirin duguherin, ji lew re der barê zimanên tên axaftin de hema bêje her roj agahiyên nû bi dest dikevin.
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ Û REWŞA WELATAN
Sedema sereke ya ku bi sedan ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne, ew e ku ziman di cemaweriyê û perwerdehiyê de nayên bikaranîn.
Çi saziyên navneteweyî çi jî zimanzan û pispor, li dijî vê talûkeyê îşaret bi bernameyên parastin û perwerdehiyê dikin. Di vî warî de tê destnîşankirin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê bivênevê ye.
Hejmara welatên ku perwerdehiya pir zimanî didin tam nayê zanîn, lê tê zanîn ku li gelek welatan bi gelek zimanan perwerdehiya bi zimanê dayikê tê dayîn.
Bi taybetî li gelek welatên pirçandî û pirnasnameyî, ligel zimanê serdest hînkirina zimanê duyem/sêyem jî wekî polîtîkayekê esas tê girtin.
Lê li netew-dewletan, ev dîmen berevajî ye. Yek ji van welatên berbiçav Tirkiye ye.
LI TIRKIYEYÊ POLÎTÎKAYA TEKPARÊZ: 15 ZIMAN BI TALÛKEYÊ RE RÛ BI RÛ NE
Li Tirkiyeyê hejmara zimanên tên axaftin, tam nayê zanîn. Lê belê 20-30 ziman zimanê jiyana rojane ne.
Li gor Atlasa Zimanên Di Talûkeyê De ya Cîhanê ya UNESCO'yê, li Tirkiyeyê 3 ziman bi temamî tune bûne: Ubik, Mlahso û Yewnanoya Kapadokyayê.
Di kategoriya "tunebûnê" ya Hertevinê de: Turoyo, Ladino, Gagawizî, Romankî, Ermenîkiya Rojava, Hemşînî, Lazî, Yewnaniya Pontusî, Abazayî û Suret bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne.
Adigeyî, Abhazayî, Kabar-Çerkesî û zaravayê Kirmanckî yê Kurdî (Zazakî) di kategoriya zimanên "qurfbar" de ne.
XALA 42'YAN: BI ZIMANÊN DIN PERWERDEHÎ NAYÊ DAYÎN!
Li Tirkiyeyê tenê zimanekî fermî heye, ew jî Tirkî. Metnên Destûra Bingehin û hiqûqa navxweyî, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê asteng dikin.
Di têketina Xala 42'yan a Destûra Bingehîn de wiha tê gotin: "Tu kes ji mafê per4werdehî û hînkariyê bêpar nayê hiştin." Lê belê di berdewama wê de wiha tê gotin, "... Ji bilî Tirkî, li saziyên perwerdehî û hînkariyê tu zimanên din nayên bikaranîn..."
Ev hukum, li dijî metnên hiqûqî yên navneteweyî ye ku cudakariya di navbera zimanan de qedexe kirine.
Tirkiye, çendî îmze daniye binî gelek peymanên maf û azadiyan ên navneteweyî jî, lê di warê perwerdehiya zimanê dayikê dudilî nêzî van peyemanan dibe.
Bûye aliyekî Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya NEteweyîn Yekbûyî (NY), lê bi dudulî nêzî xala li ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bûye.
Her wiha Danezana Mafên Mirovan û Mafên Zarokan a Gerdûnî jî, yek ji van metnan e. Tirkiye, bi dudulî nêzî hin xalên van danezana bûye. Tirkiyeyê di çarçoveya Destûra Bingehîn a 1982'yan û hukmên Peymana Lozanê de dudilî nêzî xala 17, 29 û 30'yî bûye.
Peymana Lozanê, mafê vekirina saziyên perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê yên kêmneteweyên nesimilan esas digire, lê ji bo misilmanan vê yekê esas nagire.
"Peymana Li Dijî Cudakariya Di Perwerdehiyê De" ji aliyê UNESCO'yê ve di 14'ê Kanûna 1960'î de esas hat girtin. Di 22'yê Gulana 1962'yan de ket meriyetê. Li gor peymanê, her cure cudakariya di perwerdehiyê de, qedexe dike. Tirkiyeyê jî ev peyman îmze kiriye.
DERSA BIJARTE HEYE, MAMOSTE TUNE YE!
Ji bilî Tirkî, perwerdehiya bi zimanekî din bi salan e cihê nîqaşan e. Her wiha wekî sedema sereke ya neçareserkirina pirsgirêka Kurd jî tê nîşandan.
Li ser têkoşîna hat dayîn de di Îlona 2012'an de sererrastkirinek hat kirin. Di rêziknameya hat hat weşandin de Kurdî di bin navê "Ziman û Zaravayên Zindî" de wekî dersa bijarte ket mufredata Wezareta Perwerdehiya Neteweyî.
Pêşî lê hat vekirin ku di polên 5, 6, 7 û 8'an zarvayaên Kurmancî û Kirmanckî wekî dersên bijarte bên dayîn.
Lê belê gelek sazî û komeleyên ku di vî warî de perwerdehiyê didin daxilî vê pêvajiyê nehatin kirin. Her wih bi demê re hincetên wekî "mamoste tune ne, materyal tune ne, derfetên fizîkî kêm in" hatin nîşandan. Ango, kontejana mamosteyan a ji bo xwendekaran hat veqetandin her çû kêmtir bû.
Ev jî bû sedema ku hejmara xwendekarên ku Kurdî hildibijêrên kêm bibe.
Daneyên 3 salên dawî yên di warê hilbijartina Kurdî de bi vî rengî ne:
2023-2024: 23 hezar xwendekar
2024-2025: 35 hezar xwendekar
2025-2026: 59 hezar û 362 xwendekar
Daneyên tayinkirina mamosteyan ên 5 salên dawî jî bi vî rengî ne:
*2021: 3 kontenjan (2 Kurmancî, 1 Zazakî)
*2022: 2 kontenjan
*2023: 50 kontenjan (35 Kurmancî, 15 Zazakî)
*2024: 10 kontenjan (Kurmancî û Zazakî)
*2025: 6 kontenjan (5 Kurmancî, 1 Zazakî)
Sibê: Rewşa saziyên zimanê Kurdî
MA / Azad Altay