'Beşdarbûna Konferansa Munîhê tê wateya naskirina hêzeke siyasî'

Parve bike:

STENBOL - Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku beşdarbûna Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di Konferansa Munîhê de tê wateya naskirina hêzeke siyasî.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 2026'an, li bajarê Munîh yê Almanyayayê di navbera 13-15'ê Sibatê de pêk hat. Konferans ku bi beşdariya nêzîkî 120 welatan û 450 nûnerên wan ên payebilind pêk hat, rojeva ewlehiyê ya gerdûnî nîqaş kir û li ser dînamîkên siyasî û ewlehiyê yên li Sûriyeyê nîqaşên berfireh hatin kirin. Yek ji pêşketinên herî berbiçav ên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Îlham Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham li ser sehneya navneteweyî bû. Beşdarbûna wan ji bo Kurdên Rojavayê di temsîliyeta rasterast de li ser qada dîplomatîk a navneteweyî de cara yekem bû. Di seranserê konferansê de, Ebdî û Îlham Ehmed rêze hevdîtin bi berpirsên payebilind ên dewlet û hikûmetê re kirin.
 
 
Rojnamevan Fehîm Işik ku vexwendina Kurdên Rojavayê bo konferansê nirxand, diyar kir ku beşdarbûna Ebdî û Îlham Ehmedê dihat çaverêkirin û got: "Wekî ku hûn dizanin, piştî êrişeke navneteweyî li ser Rojavayê, di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin. Me nîşanên vê civînê di civîna Meclisa Nûneran a DYA'yê de dîtin. Di wê civînê de, piştgiriyeke pir xurt ji bo Rojavayê hebû. Di cih de piştî wê, gelek welatên Ewropî, di serî de Portekîz û Holanda, di parlamentoyên xwe de biryarên girîng dan da ku Kurdên li Rojavayê biparêzin û piştgiriya wan bikin. Di cih de piştî van biryaran, civîneke girîng li Parlamentoya Ewropayê pêk hat ku tê de peyamek pir zelal hat dayîn. Di vê peyamê de bi awayekî bêguman hat gotin ku êrişên li dijî Kurdan nayên qebûlkirin. Bi heman awayî, hişyariyên cidî ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re jî hatin dayîn. Piştî vê peyamê, Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku di navbera 13-15'ê Sibatê de li Munîh a Almanyayê, hat lidarxistin. Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed beşdar bûn. Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, konferanseke ku bi salan tê lidarxistin. Kurd berê jî beşdarî konferansên bi vî rengî bûne. Lêbelê, vê carê girîng bû ku ew konferansek bû ku tê de hemû mijarên sereke yên têkildarî ewlehiyê yên gerdûnî hatin nîqaşkirin."
 
'KURDAN ROJEVA KONFERANSÊ DIYAR KIR'
 
Işik destnîşan kir ku di warê siyasî û dîplomatîk de beşdarbûneke girîng di konferansê de çêbûye û got: "Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed ku nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê dikin, cara yekem wekî nûnerên HSD'ê beşdarî vê konferansê bûn. Lêbelê, wan wekî beşek ji şandeya fermî ya Sûriyeyê cihê xwe di konferansê de girtin. Ev destkeftiyeke dîplomatîk a girîng e. Ji kêliya ku Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed tevlî konferansê bûn, rojev hema hema bi tevahî li ser Kurdan bû û nîqaş li dora van pêşengên Kurd zivirîn. Çapemeniya cîhanê eleqeyeke girîng da her du pêşengên Kurd. Di vî warî de, Kurdan rojeva konferansê diyar kirin." 
 
BERXWEDANA KURDAN DÎMENA GUHERAND
 
Dema nirxandina vê konferansê girîng e ku behsa van pêşketinan were kirin. Berî konferansê, bi pejirandin û bêdengiya welatên Rojavayî, HTŞ êrişên giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da destpêkirin. Piştî vê yekê, konsepteke berfireh a wêrankirin û tasfiyeyê ku tevahiya Rojavayê hedef digirt, hat sepandin. Welatên Rojavayî dixwestin hemû herêmên Kurdan radestî Ahmed el-Şara bikin. Di bersiva van êrişan de, Mazlûm Ebdî rîskên girîng girt ser xwe û tawîzên giran da, da ku ji şer dûr bikeve. Wî tekez kir ku pirsgirêk ne şer e, lê xwestekeke rastîn a jiyaneke xurt bi gelên wir re ye. Tevî vê yekê, êriş zêde bûn û dema ku peymana teslîmbûnê hat ferzkirin, biryara berxwedanê hat dayîn. Bi vê biryara berxwedanê re, Kurdan got, 'Em dixwazin pêşeroja xwe diyar bikin.' Berxwedana Kurdan bû sedem ku ew kesên ku berî 6'ê Çileyê plan kiribûn, helwestên xwe ji nû ve binirxînin û rewş guherî. Ev guhertin bû sedema guhertina peymana teslîmbûnê ya ku di 18'ê Çileyê de hatibû ferzkirin û di 29'ê Çileyê de peymanek nû hat îmzekirin ku ev destkeftiyeke girîng bû. Li vir tiştek bi zelalî hatedestnîşankirin: Kurd dev ji rêvebirina xwe li herêmên xwe bernadin. Bi heman awayî, ew dev ji ewlekariya xwe bernadin. Wan modeleke nû pêş xistiye da ku ewlehiya xwe li dijî êrişên derve biparêzin. Lêbelê, pirsgirêk û xeter berdewam dikin. Ya herî mezin ji van êrişan dorpêçkirina berdewam a li ser Kobanê ye. Hîn jî xetereyên pir cidî hene û hîn jî pirsgirêkên me yên pir cidî hene. Lê dema ku em li dîmenê giştî dinêrin, em dikarin bibêjin ku bi Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê re dîmeneke nû derketiye holê."
 
'BEŞDARBÛNA KONFERANSA MUNÎHÊ, TÊ WATEYA NASKIRINA HÊZA SIYASÎ'
 
Işik diyar kir ku beşdarbûna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê tê wateya naskirina wekî hêzeke siyasî û got ku lê ev nayê wateya naskirina Rêveberiya Xweser a Rojavayê. Işik destnîşan kir ku Kurd ji sala 2014'an vir ve tenê bi rêya hevpeymaniyên leşkerî li Rojavayê wekî hêzekê hatine naskirin û nasîn û got: "Ji ber vê yekê, wan têkiliyên xwe bi piranî li pişt perdê, bi şiklê hevpeymaniyên leşkerî parastin. Ji hêla siyasî ve, dem bi dem, hevseroka berê ya Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed, çû DYA'Yê û paşê, wekî Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve, serdana welatên cuda kir. Lê ji hêla siyasî ve, qet naskirineke fermî çênebû. Civînên curbicur bi piranî bi rêya rêxistinên civaka sivîl hatin lidarxistin. Lê di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, ji bo cara yekem, ew ji hêla siyasetmedarên ji çar aliyên cîhanê ve, hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla leşkerî ve hatin pejirandin. Bê guman, ev di warê fermî de, wekî naskirina hêzekê ye." 
 
Işik diyar kir ku beşdarbûna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê di bin ala Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dikare di pêşerojê de bandorên xwe yên erênî hebin, lêbelê pirsgirêkên li Rojavayê bi giranî berdewam dikin û peymana 29'ê Çile ya ku bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hatiye îmzekirin hîn nehatiye bicîhanîn. Işik destnîşan kir ku bicîhanîna sozên hêzên navneteweyî, bi taybetî Fransa û DYA'yê, dê pir girîng be.
 
Bi balkişandina ser rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), Işik fikarên xwe li ser pratîkên berê anî ziman û diyar kir ku pêvajo bêyî garantiyên navneteweyî xetereyan dihewîne. 
 
Işik diyar kir ku di dema konferansê de, têkiliyên Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bal kişandin ser pêkanîna peymanê û pirsgirêkên ewlehiyê û her çend Donald Trump bi devkî soz dabin jî, lê garantiyeke fermî tune ye. Işik her wiha destnîşan kir ku Emmanuel Macron peyameke piştgiriyê der barê ewlehiya Kurdan de şandiye.
 
Işik her wiha got ku nebûna garantiyên destûra bingehîn û garantiyên fermî yên navneteweyî li Sûriyeyê pirsgirêkek cidî ye û ji ber vê yekê, divê nêzîkatiyeke baldar li pêvajoyê bê kirin. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 
Nûçeyên Têkildar
Li Rojava piştî Peymana 29’ê Çileyê çi gav hatin avêtin?
Li Rojava piştî Peymana 29’ê Çileyê çi gav hatin avêtin?

Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku Peymana 29’ê Çileyê hêj tam bandor li qadê nekiriye û got: “Hinek gavên ewlehî, îdarî û teknîkî hatine avêtin lê ji ber nêzikatiya hikûmeta demkî, pêvajoya entegrasyonê temam nebûye.”

HTŞ’ê 74 gundên Kobanê talan kir
HTŞ’ê 74 gundên Kobanê talan kir

Komên girêdayî HTŞ’ê yên xwe ji 74 gundên Kobanê vekişandin, li van gundan talan û dizî kir.

Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin
Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin

Li Swîsreyê aktîvîstên jin ên ji neteweyên cuda li dijî tundiya li ser jinan a di şeran de kampanyaya îmzeyan a “Free All Woman” dan destpêkirin.

Dorpêça li ser Kobanê di roja 41’an de didome: Krîza insanî giran dibe
Dorpêça li ser Kobanê di roja 41’an de didome: Krîza insanî giran dibe

Dorpêça li ser Kobanê di roja 41’an de didome. Nifûsa bajar 600 hezar kes derbas kiriye û krîzeke insanî rû daye.

Malbatên dîlgirtiyan li Qamişloyê çalakî li dar xistin: Zarokên me berdin
Malbatên dîlgirtiyan li Qamişloyê çalakî li dar xistin: Zarokên me berdin

Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdana zarokên xwe li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kom bûn û banga berdana dîlgirtiyan kirin.