ÎHD: Heya 'mafê hêviyê' pêk neyê dê pêvajo pêş nekeve

Parve bike:

HATAY - Hevserokê Şaxa ÎHD a Îskenderûnê Adil Bahtiyar, diyar kir ku pêvajo bêyî sepandina "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan nikare pêş bikeve û got ku ev maf bi hezaran girtiyan eleqedar dike.

 
Her çend 12 sal di ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de ya der barê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas bûne jî, di warê pêkanîna wê de tu gav nehatine avêtin. 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê Adil BAhtiyar, li ser biryara "mafê hêviyê" ku di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye , axivî. Bahtiyar destnîşan kir ku "mafê hêviyê" ku di raya giştî de tenê di ser Abdullah Ocalan re tê nîqaşkirin, mafek gerdûnî ye ku bi hezaran girtiyan eleqedar dike.
 
Bahtiyar diyar kir ku ev maf divê tavilê û bê şert û merc bê bicîhanîn.
 
'NÊZIKATIYÊN LI PÊVAJOYÊ NE JIDIL IN'
 
Bahtiyar bi bîr xist ku "mafê hêviyê" bi eşkere di peymanên navneteweyî û qanûnên Tirkiyeyê de cih digire û got ku li welatên pêşketî cezayên heta hetayê bi 25 salan ve sînordar in. Bahtiyar got: "Ger aştî tê xwestin, nexwe divê 'mafê hêviyê' bêyî derengmayînê were bicîhanîn. Wekî din, pêvajo nikare pêş bikeve." Bahtiyar diyar kir ku ew nêzîkatiya dewletê ya ji bo pêvajoyê jidil nabînin û got ku Tirkiye nikare ji zihniyeta dewleta tekparêz dûr bikeve ku pêvajo ji naverokeke demokratîk dûr e û gavên ku tên avêtin girêdayî pêşketinên konjonkturî ne. Bahtiyar bilêv kir ku hevsengiyên siyasî yên li herêmê, pevçûnên li Rojhilata Navînê û lêgerîna tifaqên nû vê pêvajoyê dijwar dikin û veguherîna demokratîk ji bo aştiya mayînde girîng e.
 
NAKOKÎ
 
Bahtiyar bal kişand ser rewşa girtîgehan û got ku heta dawiya sala 2025'an, dê bi qasî 420 hezar û 900 girtî hebûne û ev hejmar ji sedî 38 ji kapasîteya heyî zêdetir e. Bahtiyar bi bîr xist ku 4 hezar û 560 zarok û hezar û 410 girtiyên nexweş hene û got ku 335 ji wan bi giranî nexweş in û 230 jî nikarin bi serbixwe bijîn. Bahtiyar destnîşan kir ku berdana girtiyên nexweş bi awayekî keyfî tê astengkirin û rêveberiya girtîgehan û lijneyên îdare û çavdêriyê biryarên nehiqûqî pêk tînin û mîna ku dadgeh bin înfazan dişewitînin û bi vî awayî pêşî li berdanan bigirin ku ev bi eşkereyî li dijî pêvajoya aştiyê ye.
 
ÎŞKENCE Û BINPÊKIRINÊN MAFAN DIDOMIN'
 
Bahtiyar anî ziman ku pêkanînên wekî lêgerîna tazî, muayeneyên kelepçekirî û veguhestina girtiyên nexweş bo rêyên dirêj di şert û mercên xirab de li girtîgehan berdewam dikin û got ku ev yek îşkence û muameleya li dijî rûmeta mirovan e û mafên tenduristiyê yên girtiyên nexweş bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. BAhtiyar destnîşan kir ku di demeke ku pêvajo tê nîqaşkirin de, neberdana girtiyên nexweş û astengkirina berdana girtiyên ku cezayên wan qediyane li dijî ruhê pêvajoyê ye. Bahtiyar got: "Wekî 'Tirkiyeya bêteror' binavkirina pêvajoyê, bi tena serê xwe pirsgirêkek e. Armanca rastîn divê Tirkiyeyeke demokratîk be."
 
'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
 
Bahtiyar diyar kir ku ji bo pêşketina aştiyê divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û şert û mercên xebatê werin peydakirin û got ku berdewamiya tecrîdê bi samîmiyetê re nagunce. Bahtiyar got ku bi têkoşîna demokratîk destkeftî hatine bidestxistin û mînaka Rojavayê bi bîr xist û gihandina alîkariyên mirovî û naskirina nûneran li asta navneteweyî encamên vê têkoşînê ne. Bahtiyar diyar kir ku heta ku "mafê hêviyê" neyê naskirin, pirsgirêk çareser nabe.
 
MA / Mehmet Guleş     
 
Nûçeyên Têkildar
Ercan Kanar: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan biryara pêkanîna biryara DMME'yê bes e
Ercan Kanar: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan biryara pêkanîna biryara DMME'yê bes e

Parêzer Ercan Kanar got: "Biryara DMME'yê ya der barê Ocalan de pir zelal e; ji ber vê yekê, ji bo ku Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe, pêkanîna biryara DMME'yê bes e."

Vinzenz Glaser: Divê Rojava bi awayekî serbixwe bê naskirin
Vinzenz Glaser: Divê Rojava bi awayekî serbixwe bê naskirin

Parlamenterê Meclisa Federal a Alman û nûnerê Partiya Çep (Die Linke) Vinzenz Glaser, bal kişand ser êrişên ser Rojava û got: “Divê Rojava weke projeyeke demokratîk a mînak, weke avadaniyeke serbixwe bê naskirin.” Her wiha bêdengiya Almanyayê ya li dijî êrişan rexne kir.