McLaren: Ramanên Ocalan mîna fenerekê ne di korîdorên tarî yên Marksîzmê de
ENQERE - Akademîsyen Peter McLaren ku paradîgmaya Abdullah Ocalan wekî "şikestineke helbestî" bi nav kir, got: "Nêrînên Ocalan mîna fenerekê ne ku di korîdorên tarî yên Marksîzmê de dibiriqe."
Peter McLaren ku paradîgmaya sosyalîst a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve li dora têgehên "sosyalîzma demokratîk", "neteweya demokratîk", "jiyana ekolojîk a azadixwaza a jinan", "konfederalîzma demokratîk" û "civaka polîtîk û exlaqî" ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand, got ku ev paradîgma ji bo sosyalîstên li çaraliyê cîhanê hem wekî neynikekê û hem jî wekî "ceribandinekê" kar dike. McLaren diyar kir ku sosyalîzma ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye şekildan û lêgerîna çareseriyeke ji bo pirsgirêka Kurd ne du rêyên serbixwe ne; wekî çemekî diherike û berfireh dibe, navê wê diguhere lê di eslê xwe de rêyeke ku kaniya wê naguhere. McLaren destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tevahiya mîmariya desthilatdariyê nexşe kiriye ku bi desteserkirina serdestiya çînî dest pê kiriye û dû re gel û xwezayê girtiye û got: "Di ramana wî de, Kurd ne tenê gelekî înkarkirî ne, arşîveke zindî ya dîroka serdestiyê ne. Bêdewletbûna Kurdan ne tesadufî ye, lê şopeke fosîlkirî ya cîhaneke komunal a kevnar e ku ji hêla bilindbûna desthilatdariya hiyerarşîk ve hatiye pelçiqandin. Ji ber vê yekê, têkoşîna ji bo azadiya Kurdan bi serê xwe têkoşîneke li dijî tevahiya avaniya civaka çînî ye."
'ABDULLAH OCALAN LI KURDISTANÊ CIVAKA EXLAQÎ-POLÎTÎK DIBÎNE'
McLaren destnîşan kir ku Abdullah Ocalan, ji ramanên rizgariya neteweyî û sosyalîst ên Marks û Lenîn wêdetir çûye, tebeqeyên kûr ên dîrokê kolandiye û got: "Ocalan, kifş kir ku dewlet bi xwe, çi feodal be, çi kapîtalîst be, çi sosyalîst be, heman mekanîzmaya fermanê ji nû ve hildiberîne. Sosyalîzm, heke mekanîzmaya dewletê bigire, tenê dibe maskeyeke din ji bo heman celeb serdestiyê. Bi vî awayî, têgihîştina Abdullah Ocalan a sosyalîzmê ne bû desteserkirina dewletê, bû vejîna civakê. Konfederalîzma demokratîk, wekî celebeke 'arkeolojiya' şoreşger derket holê, vegera bingehên komunal, exlaqî û ekolojîk ên ku di bin hiyerarşiya hezar salan de veşartî ne. Têkoşîna Kurdan, di encamê de, dibe pireke dîrokî di navbera van tebeqeyên demê de. Li çiya, gund û meclisên jinan ên Kurdistanê, Ocalan, bi gotinên wî, civateke exlaqî û polîtîk dibîne, bedeneke civakî ku xwe bi rê ve dibe bêyî ku ruhê xwe radestî tu serdestiyê bike. Ocalan, diparêze ku koloniya yekem jin bûne, çîna yekem zayend bûye û dewleta yekem baviksalarî bûye; ji ber vê yekê, rizgariya Kurdan ne tenê rizgariya neteweyî ye, di heman demê de jiholêrakirina hiyerarşiya herî kevin e. Jina gerîla, li çiyayan ne tenê şervaneke li dijî dewleta Tirk e; ew redkirineke zindî ya serdestiya mêr a 5 hezar salî ye. Di gerîlayeke jin de, sosyalîzm mertaloê xwe yê pîşesaziyê diavêje û wekî serhildaneke komunal û exlaqî li dijî hemû şêweyên serdestiyê ji nû ve derdikeve holê.
SOSYALÎZM Û DOZA KURD
McLaren detsnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê herêmî ye û got: "Cebirandina birîna Kurd tê wateya ji nû ve vekirina îhtîmala şaristaniyeke li derveyî dewleta neteweyî, danheviya kapîtalîst û kulta desthilatdariya mêr. Civaka Kurd a perçebûyî, lê berxwedêr, dibe qadeke ji bo sepandina sosyalîzmeke ku êdî bi şêweya dewletê ve girêdayî nîne, lê li ser bingeha konsey, komunan û xwerêxistinkirina jiyana rojane ye. Li gorî ramana Ocalan, ev her du raman hev du xilas dikin. Sosyalîzm doza Kurd ji girtîgeha dewleta neteweyî rizgar dike; û doza Kurd sosyalîzmê ji girtîgeha dewletê rizgar dike. Bi hev re, ew li dijî 5 hezar salên serdestiya çînî ku Ocalan jê re dibêje 'şaristaniya demokratîk', tevgereke dijber ava dikin. Ocalan dibêje, 'Divê em şaristaniya demokratîk ava bikin û biparêzin.' Ew wekî ku gelê Kurd ku demeke dirêj e neçar maye ku di navbera sînoran de bijî, fêr bûye ku li derveyî wan sînoran bifikire û bi vê yekê, nexşeyekê pêşkêşî cîhanê kiribe da ku di labîrenta xwe ya dîrokî de bigere."
McLaren diyar kir ku Abdullah Ocalan fêm kiriye ku dewlet bi xwe, her çend sosyalîst be jî, civakê asteng dike û jiyanê vediguherîne cureyekî bermayiyê ji bo çînên serdest ên nû û wiha domand: "Ocalan, di bin kavilên nûjen de çû ber perestgehên pêşîn, qiralên pêşîn; ber bi zincîrên pêşîn ên li ser jin û axê hatine danîn. Wî kifş kir ku çîn, baviksalarî û dewlet bi hev re çêbûne, mîna sê serên heman hîdrayê. Bi vî rengî, ew mertalê sosyalîzmê diavêje û wê vediguherîne tiştekî bingehîntir. Vejîna civaka komunal, exlaqî û polîtîk ya ku di bin 5 hezar salên hiyerarşiyê de hatiye veşartin... Êdî ne li ser desteserkirina qesran e, li ser ji nû ve avakirina gund, konsey, kooperatîf, meclisa jinan e. Ew li ser wê yekê ye ku destûr neyê dayîn ku dîrok tenê wekî gorên bîrdarî yên împaratoriyan bimîne.
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK XÊZA MÎMARIYA ŞARISTANIYA NÛ YE
Konfederalîzma demokratîk nexşeya mîmarî ya vê şaristaniya nû ye. Bajarekî bê text komstêr e. Hêz ne bi awayekî vertîkal, mîna fermanek ji kelehekê, lê bi awayekî horizontal, mîna ava ku di cihokên avdanê re diherike, diherike. Ew Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî, jin û mêr, mirov û erd, di nav tevneke rêveberiya hevbeş de girêdide. Ji bo hebûnê ji dewleta neteweyî destûr naxweze; ew di derizînan de mîna giya di navbera keviran de şîn dibe û bi bêdengî xeyala ku serwerî divê her gav cilê yekreng li xwe bike, ji holê radike. Ji bo çepgiran, ev neynik e û meydanxwestin e. Çepgiran desteserkirina dewletê bi azadkirina civakê û rêveberiya desthilatdariyê, bi rakirina desthilatdariyê tevlihev kirine. Lê rêya Ocalan rastiyeke dijwartir û kevintir dipeyive. Sosyalîzm divê berî ku bibe dewletparêz civakî be, berî ku bibe îdarî exlaqî be, berî ku bibe tenê aborî femînîst û ekolojîk be. Konfederalîzma demokratîk, çepgiran vedixwîne rehên xwe yên veşartî, Komuna Parîsê, Sovyeta berî ku wer bindestkirin, konseyan, komunan, xewnên cîhanekê ku piraniya wan bêyî yekrengiyeke nû xwe bi rê ve dibe."
SOSYALÎZMA ABDULLAH OCALAN
Mclaren ku got "Sosyalîzma Ocalan, ne alayek e ku di qesrekê de hatiye çandin, lê tovek e ku ji hêla bayê ve tê hilgirtin. Ew soza sibehekê nade, lê bi hezaran sibêyên biçûk dide. Û konfederalîzma demokratîk ew ax e ku azadî niha lê tê pratîkkirin, êdî 'heta piştî şoreşê' nayê paşxistin", destnîşan kir ku kapîtalîzm şikil dide cîhan û civakê û Abdullah Ocalan ji vê yekê haydar e. McLaren diyar kir ku Abdullah Ocalan ramanên Marks kûrtir dike û got: "Nêrînên Ocalan mîna fenerekê ne ku ber bi korîdorên tarî yên Marksîzmê ve tê girtin. Sosyalîzma kevneşopî li dora çîn, ked û sermayeyê katedralek ava kiriye, lê pirsa nasnameyê hema hema di bin tîrêjan de hiştiye, neronîkirî û bê lênêrîn. Ocalan ne tenê hişyarî dide ku sermaye cîhanê bi rê ve dibe, di heman demê de ew di korîdorên dewletên neteweyî de digere ku bi dîwarên ku cudahiyan sînordar dikin û wekî çek bi kar tînin dorpêçkirî ne. Di vî warî de, nakokiya bingehîn a serdema me ne tenê nakokiya di navbera karker û kapîtalîst de ye; ew nakokiya di navbera jiyana mirovan û dewletên hişk de ye ku yekrengî û îtaetê dixwazin. Sermaye pêş dikeve, erê, lê ew vê yekê li ser pişta dewleta neteweyî dike ku nasnameyê kontrol dike.
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK ŞIKESTINEKE HELBESTÎ YE
Modela konfederalîzma demokratîk a ku ji hêla Ocalan ve tê pêşniyazkirin, di nav vê avaniyê de şikestineke helbestî ye. Ew civakê ne wekî pîramîdeke bidewlet li jor, lê wekî deltayeke çem a herikbar, şaxdar, herêmî, xwerêveber û bi hev ve girêdayî xeyal dike. Wekheviya zayendî, ekolojî û naskirina pirrengiya etnîkî bingehîn in, ne tawîz. Li vir, sosyalîzm dibe sosyalîzmeke zindî ku ne tenê li ser rexneya hilberînê, lê di heman demê de li ser azadkirina nasname, civak û azadiya biryardana kolektîf jî kok digire. Ev sosyalîzm dibêje: Ji bo guhertina cîhanê, ne tenê aborî, lê di heman demê de nexşeya ku ji mirovan tê hêvîkirin ku li ser xwe bicîh bibin jî veguherîne.
McLaren diyar kir ku ramanên Abdullah Ocalan hem wekî neynik û hem jî wekî ceribandinek ji bo sosyalîstên li çaraliyê cîhanê kar dikin. McLaren destnîşan kir ku paradîgmaya Ocalan sosyalîzmê ne wekî modeleke monolîtîk a ji jor ber bi jêr ve, lê wekî avaniyeke piralî dibîne ku rizgariya ked û nasnameyê bi yek dike.
McLaren anî ziman ku ev nêzîkatî sînorkirinên Marksîzmê eşkere dike û destnîşan kir ku çepgir ne tenê divê sermayeyê rexne bike, di heman demê de divê bibe mijarek ku azadiyê ava dike. McLaren destnîşan kir ku êrişên dewleta neteweyî li dijî pirrengî û nasnameyê ne û got ku hevgirtina bi gelê Kurd re ji bo modeleke nû ya azadiyê ya li ser bingeha demokrasî, wekheviya zayendî û pirrengiya etnîkî girîng e.
'PÊDIVIYA ME BI VÎZYONA ABDULLAH OCALAN HEYE'
McLaren diyar kir ku dîrok kesên ku rastiyê dibêjin bi bîr tîne û got ku vîzyona Abdullah Ocalan, ger li ser asta cîhanî were bicîhanîn, dikare civakan biguherîne.
McLaren got ku perspektîfa Ocalan dikare yekdestdariya dewleta neteweyî û serdestiya kapîtalîzma navendî qels bike û destnîşan kir ku ew armanc dike ku demokrasî bibe pergaleke ku ne tenê bi hilbijartinan ve were sînordarkirin, lê di jiyana rojane de jî were pratîkkirin. McLaren bilêv kir ku ev vîzyon azadiyê bi hev re bi wekhevî, pirrengî û berpirsiyariya ekolojîk re çareser dike.
McLaren ku got "Pêdiviya me bi vîzyona Ocalan heye", diyar kir ku di cîhana îroyîn de ku ji hêla emperyalîzm, şer û krîzên ekolojîk ve hatiye hejandin, banga Ocalan ji bo azadî û jiyana pirreng ne tenê rêberek e, di heman demê de rênîşanderek e ku rêya mirovahiyê nîşan dide.
MA / Denîz Karabûdak