Li Osmaniyeyê civîna gel: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nayê

Parve bike:

OSMANIYE - DEM Partiyê li Osmaniyeyê bi gel re civîn girt û wiha hate gotin: “Heta Abdullah Ocalan azad nebe, aştî nayê.” 

Rêxistina DEM Partiyê ya Osmaniyeyê, di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li eywaneke dawetan bi gel re civîn li dar xist. Gelek welatî tev li civînê bûn. Welatiyan daxwaza aştiyê kirin û xwestin zerxt û zilm bi dawî bibe. Welatiyan, anî ziman ku aliyekî aştiyê dewlet û îktîdar û li aliyê din jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got: “Heke rêberê me yê 27 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de azad bibe dê aştî bibe. Nexwe aştî nayê. Em bi rêberê xwe bawerin. Lêbelê baweriya me bi îktîdarê nayê. Lewma jî ji bo aştî were, hewceye gel li kolanan dengê xwe bilind bike. Aştî, tenê bi têkoşîna gel dikare were.” 
 
Nûçeyên Têkildar
Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e
Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, wiha got: "Birêz Ocalan got ‘Statuya min girîng e. Divê ev mijar bê zelalkirin. Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e.’”

Michael Lowy: ‘Mafê hêviyê’ ji bo gelê Kurd gava yekem a azadiyê ye
Michael Lowy: ‘Mafê hêviyê’ ji bo gelê Kurd gava yekem a azadiyê ye

Sosyologê navdar Michael Lowy ku yek ji wan 33 ramangêrên cîhanî ye ku ji bo sepandina "mafê hêviyê" bang li Tirkiyeyê kiribûn, got: "Mafê hêviyê, di rêya azadiya gelê Kurd de gava yekem e."

'Hûn nikarin mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin'
'Hûn nikarin mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin'

Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê pêvajoya aştiyê ye û got: "Ji bo ku mîmarê pêvajoyê heta mirinê di girtîgehê de nemîne, divê pergala înfazê were guhertin. Hûn nikarin bi qanûnan mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin."

Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê
Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê

Abdullah Ocalan, çareseriya di navbera Kurd û Tirkan de weke “çareseriya Rojhilata Navîn” dinirxîne û têkildarî geşedanên dawî gelek caran balê dikişîne ser polîtîkayên Ingilîzan.

Temellî: Pêşaniya qonaxa duyem azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e
Temellî: Pêşaniya qonaxa duyem azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ku bal kişand ser banga 27'ê Sibatê ya Abdullah Ocalan, got: "Pêşaniya qonaxa duyemîn azadkirina şert û mercên jiyan û xebatê ya birêz Ocalan e."