Piştî 12 salan ji bo 2 kesên di çalakiyên Kobanê de hatin qetilkirin doz li HUDAPAR'iyan hat vekirin

Parve bike:

MÊRDÎN - 12 sal piştî kuştina Bîlal Gezer û Sînan Toprak ên li Kerboranê di çalakiyên Kobanê de hatin qetilkirin, îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hin HUDAPAR'î wekî kiryar cih girtin. Dozgeriyê nirxand ku kiryaran di çarçoveya yekîtiya çalakî û fikrî de mirov kuştine. 

 
Di 7'ê Cotmeha 2014'an de li Kerborana Mêrdînê di çalakiyên 6-7'ê Cotmehê yên Kobanê de, DAIŞ'iyan êriş kiribûnç Di êrişê de Bîlal Gezer û Sînan Toprak hatibûn qetilkirin û Veysî Demîr jî birîndar bûbû. Lêpirsîna ku ji roja bûyerê heya niha der barê wê de biryara "veşarî" hebû, temam bû. 
 
Îdîanameya der barê kuştina Toprak û Gezer de piştî 12 salan ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Midyadê ve hat amadekirin. Îdîaname ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de bi tevahî heşt endamên malbata Gezer û Toprak wekî gilîker hatine rêzkirin. Garîbe Gezer, xwişka Bîlal Gezer a ku di şert û mercên gumanbar de li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê bi îşkenceyê û tecawiza sîstematîk re rû bi rû mabû û jiyana xwe ji dest dabû, ji ber mirina wê ji dosyeyê hat derxistin.
 
Her wiha wekî bersûc jî 5 kes di dosyeyê de cih girtin.
 
Li gorî îdianameyê, bersûcên dozê Kadrî Şengul e ku li Miftîtiyê wekî îmam dixebite û di heman demê de Serokê Ravza-Derê ye; kurê wî Musab Şengul ku karmendê Miftîtiyê ye; Abdurrahman Sayhan, namzetê şaredariyê yê HUDAPAR'ê yê wê demê; endamê HUDAPAR'ê Reşît Vural û Ziya Sayhan in. Her pênc kes ku negirtî ne, bi sûcên "kuştina bi qesdî" û "birîndarkirina bi qesdî" tên tawanbarkirin. Rûniştina yekem a dozê dê di 2'yê Adarê de were lidarxistin. 
 
LI KUÇEYÊ BI ÇEKÊ GERIYAN, LI MALÊN WAN ÇEK HATIN DÎTIN  
 
Di îdianameyê de beyanên ku ji hêla bersûc û gilîkaran ve di navbera salên 2014 û 2024-2025'an de hatine dayîn hene. Bersûc, li xwe mikur hatin ku di roja bûyerê de çekdar bûne û îdia kirin ku wan çekê ji bo "parastina xwe" hilgirtiye û red kirin ku tu eleqeya wan bi kuştina Toprak û Gezer re nîne. Wan her wiha îdia kir ku ew di "lîsteya mirinê" ya PKK'ê de ne.
 
Di lêgerînên malan de gelek çekên bêruxset hatin dîtin, tifingên nêçîrê û teqemenî hatin dîtin. Bersûcan diyar kirin ku wan ev çek ji bo parastina xwe bi kar aniye. Dîmenên vîdeoyê û îfadeyên şahidan piştrast kirin ku Reşît Vûral û Abdurrahman Seyhan di roja bûyerê de bi tifingên nêçîrê li kolanan dimeşiyan.
 
DOZGERÎ: DI ÇARÇOVEYA YEKITIYA ÇALAKÎ Û FIKRÎ DE TEVGERIYANE  
 
Li gorî dozgeriyê, Vûral û Seyhan çekdar bûne û nêzîkî cihê ku Sînan Toprak lê hatiye qetilkirin bûne. Hat nirxandin ku wan Toprak weki xwepêşanderekî qorsan fêm kiriye û fikirîne ku dê ji bo wan "hêsantir" be ku li kolaneke tenha rastî wî werin.
 
Li gorî delîlên ku hatine berhevkirin, hat derpêşkirin ku her du gumanbar li Kolana Egîtîmê rastî Toprak hatine û bi çekeke nehatiye bidestxistin gule bera serê wî dane û ew kuştine. Dozgeriyê diyar kir ku bersûc di çarçoveya yekîtiya çalakî û fikrî de tevgeriyane. 
 
QETILKIRINA BÎLAL GEZER  
 
Rapora HTS'ê ya der barê kuştina Bîlal Gezer de eşkere kir ku Ziya Sayhan berî û piştî bûyerê 13 caran bi Reşît Vûral re axiviye. Dozgeriyê nirxand ku dibe ku ev axaftin têkildarî kuştinê bin.
 
Her wiha hat diyarkirin ku Kadrî Şengul, Musap Şengul û Ziya Sayhan dibe ku Bîlal Gezer ji ber şewitandina wesayît û kargehên wan berpirsyar girtibin. Li gorî dozgeriyê, her sê gumanbar wê şevê bi hev re bûne; ew rastî Gezer hatine û ew kuştine. Piştî bûyerê, tê îdiakirin ku komê dikana telefonê ya Musap Şengul şewitandiye.
 
MA / Ahmet Kanbal