Dewlet naparêze, didarêze: 186 hezar zarok di nav lepên darazê de ne

Parve bike:

WAN - Parêzer Medenî Gur ku li ser rapora 2025'an a Wezaretên Dadê û Karên Navxweyî axivî, got: "Darizandina zarokan, nîşan dide ku dewlet zarokan bi baş naparêze. Dema ku hûn zarokekî/ê dişînin girtîgehê, ev dibe ku bibe sedema hînkirina hin sûcên din." 

 
Rapora Zarokên Têkildarî Sûc (SSÇ) a 2025'an ku ji aliyê Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî ve hat weşandin, rastiya dijwar a rewşa ku zarok tê de ne eşkere dike. Li gorî daneyên fermî, di sala 2025'an de bi qasî 186 hezar zarok wekî "têkildarî sûc" hatine tomarkirin; ji sedî 71'ê van zarokan di navbera 15-17 salî de ne. Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku zarok daxilî 266 bûyerên kuştina bi qesdî bûne û bi tevahî daxilî 478 bûyerên curbicur bûne.
 
Ligel vê, di tevahiya salê de zêdebûneke berbiçav di sûcên rêxistinkirî yên ku zarokan daxilî wan bûne çêbûye. Ev hejmar, nîşan didin ku zarok di navbera xizanî, tundûtûjî û torên sûcên rêxistinkirî de asê mane û mekanîzmayên xizmetguzariya civakî li hember vê rewşê bêbandor in.
 
Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Medenî Gur, têkildarî rapora Wezareta Dadê û Karên Navxweyî axivî û binpêkirinên mafên mirovan ên ku zarok bi wan re rû bi rû dimînin nirxand.
 
Gur diyar kir ku dewlet zarok neparastine û krîza aborî bandorên cidî li zarokan dike. Gur got: "Dewlet nikare bi tevahî zarokan biparêze. Gelek sedem hene ku zarok ber bi sûc ve tên kişandin; yek ji van sedemên aborî ye. Zêdetirî nîvê mirovên li welêt bi dahateke di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Bê guman, zarok jî ji vê rewşê bandor dibin. Ji bilî vê, awayê nûçeyan ên çapemeniyê jî di nav van sedeman de ye. Di demên dawî de, zimanê ku çapemenî di dozên Ahmet Minguzi û Atlas Çaglayan de bi kar aniye, berteka ku wan nîşan daye û hêrsa raya giştî ya ku wan çêkiriye, bal kişandiye ser van sûcan. Yek ji sedemên zêdebûna sûcên zarokan zimanê xelet çapemeniyê ye. Piştî nûçeyên wiha, çêbûna bûyerên bi vî rengî jî bi vê yekê ve girêdayî ye."
 
'MAFÊ DARIZANDINA ADIL Ê ZAROKAN TÊ SÎNORDARKIRIN'  
 
Gur destnîşan kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hember sûc û cezayan sûcên ciwanan zêde dike û got: "Dewlet bi tundî li hember hema hema her tiştê ku dikare wekî sûc were dabeşkirin bertek nîşan dide; heta hûrgiliya herî biçûk jî nayê paşguhkirin. Dewlet dê der barê sûcan de tedbîran bigire û dê kesên ku sûc dikin ceza bike. Li hember vê yekê tu nerazîbûna me tune. Lêbelê, pejirandina nêzîkatiyeke cezayî ya ewqas tund li hember zarokan nîşan dide ku pirsgirêkek heye. Bê guman, ev berteka tund a dewletê barê dadweriyê jî zêde dike ku dikare bibe sedema sînordarkirina mafê darizandineke adil a zarokan. Ji ber ku ceza di rewşên ku divê neyên cezakirin de jî tên dayîn, hin ji zêdebûna rêjeyên sûc dikarin bi vê yekê ve girêdayî bin. Em dibînin ku heta kiryarên ku divê wekî sûc neyên dabeşkirin jî di pêvajoyên darazê de tên cezakirin."
 
BANDORA RÊZEFÎLMÊN MAFYATÎK   
 
Gur diyar kir ku rêzefîlmên ku di salên dawî de tên weşandin ji bo zarokan gefeke mezin çêdikin û ev rêzefîlm û fîlm zarokan ber bi sûc ve dibin. Gur got: "Sedemeke din a sûc di demên dawî de rêzefîlmên televîzyonê yên bi şêwaza mafyayî ne. Hebûna domdar a karakterên çekdar di van rêzefîlman de û têgihîştina ku çek bi hêsanî tên peydakirin, digel berteka çapemeniyê, bi zelalî nîşan dide ku diyalog û karakterên di van rêzefîlman de dikarin zarokan teşwîq bikin û sûc rewa bikin. Di vî warî de, ger dewlet mekanîzmayên xwe yên kontrol û parastinê zêde bike, dikare rêjeyên sûc kêm bike."
 
PERGALA EDALETÊ TA CEZA
 
Medenî Gur îşaret bi pêwîstiya parastina zarokan di nav pergala darazê ya cezayî de kir û bi bîr xist ku zarok heta 12 saliya xwe bê berpirsiyariya cezayî ne û di navbera 12-14 salî de cezayên kêmkirî û di navbera 15-17 salî de jî kêmkirinên hîn sînordartir tên sepandin. Gur diyar kir ku divê girtin ji bo zarokan çareya dawîn be û got ku ferzkirina cezayên wiha nîşan dide ku dewlet bi tevahî erkên xwe yên parastinê pêk nayne. Gur her wiha hişyarî da li ser nîqaşên ku pêşniyaz dikin ku zarok divê mîna mezinan werin cezakirin û bal kişand ser xetereyên kiryarên bi vî rengî. 
 
'ZAROK WEKÎ MEZINAN TÊN DARIZANDIN'
 
Gur diyar kir ku çêkirina polîtîkayan di demên dawî de li ser çend dozên sûcên giran hatiye avakirin û got ku vekirina nîqaşê li ser darizandina zarokan wekî mezinan xetereyên cidî dihewîne û nîşan dide ku kêmasiyek di berpirsiyariya dewletê de ji bo parastina wan heye.
 
BANG LI WEZARETAN KIR
 
Gur diyar kir ku fikarên zêde ên di civakê de tên fêmkirin, lê pirsgirêka sereke polîtîkayên pêşîlêgirtinê ne û Wezareta Dadê û Karên Karên Navxweyî û her wiha Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî, di pêşxistina polîtîkayên parastina zarokan de xwedî berpirsiyariyeke mezin in. 
 
Gur got: "Darizandina zarokan, nîşan dide ku dewlet zarokan bi baş naparêze. Dema ku hûn zarokekî/ê dişînin girtîgehê, ev dibe ku bibe sedema hînkirina hin sûcên din." 
 
Gur bal kişand ser nîqaşên li ser rêziknameyên nû yên înfazê û got ku rêgeza bingehîn divê "fêdeya mezin a ji bo zarokan" be. Gur diyar kir ku sererastkirinên înfazê yên ku di salên dawî de hatine pêkanîn li gorî hêviyên raya giştî nebûne û derxistina rêziknameyên nû berî bandora tevahî ya rêziknameyên COVID-19'ê baş bên fêmkirin ne cih de ye. 
 
Gur got ku zarok komeke bêparastin in û divê polîtîka li şûna cezakirinê li ser rehabîlîtasyon û ji nû ve entegrekirina nav civakê bisekinin. Gur destnîşan kir ku rêziknameyên der barê zarokan de divê ji perspektîfa maf û parastina zarokan ve werin çareserkirin, ne ji perspektîfa krîmînal ve.
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
Nûçeyên Têkildar
Zaroka li Îzmîrê hatibû girtin: Girtîgeh ne cihê zarokan e
Zaroka li Îzmîrê hatibû girtin: Girtîgeh ne cihê zarokan e

A.K. a 16 salî ku ji ber hûnandina keziyan hatibû girtin, got: “Cihên zarokên wekî min ne girtîgeh e, cihê me polên dibistanê ne.”

Danişîna çawişê pispor ê milê zarokekî şikandibû hat lidarxistin
Danişîna çawişê pispor ê milê zarokekî şikandibû hat lidarxistin

Danişîna doza çawişê pispor Îbrahîm Sari ku milê zarokekî duçerxe diajo şikandibû, hat lidarxistin. Çawişê pispor ji sûcê “birîndarkirina biqesdî” tê darizandin û danişîn hate taloqkirin.