AYM’ê ji bo desteserkirina radyoya girtî Bal û cezayê hucreyê biryara binpêkirinê da

Parve bike:
ENQERE - AYM’ê, têkildarî desteserkirina radyoya girtî Mûrat Bal a bi hinceta “amûra pêwendîdanînê ya rêxistinî” biryar da û got “binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye.” 
 
Girtiyê bi navê Mûrat Bal, li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin. Di 24’ê Îlona 2021’ê de li qawîşa Bal lêgerîn hate kirin û radyoya wî ya bi frekansa Amplidute Modulation bi îdiaya “amûra pêwendîdanînê ya rêxistinî” hate desteserkirin. Rêveberiya girtîgehê ji ber radyoyê der heqê Bal de lêpirsîn da destpêkirin. Bal jî di parastina xwe de got ku girtiyekî tehliye bûyî ev radyo diyarî wî kiriye, frekansa Amplidute Modulation naxebite û li girtîgehê radyoyên bi frekansên cuda tên firotin. Tevî vê jî lijneya disiplînê bi îdiaya “amûra pêwendîdanînê ya rêxistinî” 11 roj cezayê hucreyê da Bal. 
 
'TIŞTÊN BIHÎSTIN’ KIRIN HINCETA BIRYARÊ
 
Bal, li dijî cezayê disiplînê li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Sîlîvriyê îtîraz kir lê îtîraza wî hate redkirin. Dadgeriyê, agahiyên ji derdorê bihîstî ku îdia dikin bi frekansên qaçax li weşanên “rêxistinê” guhdarî dikin, weke hinceta redkirina îtîrazê nîşan da. Bal, li dijî biryara dadgeriyê, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîlîvriyê îtîraz kir lê îtîraz bi hinceta “biryar di cih de ye” dîsa hate redkirin. 
 
Li ser vê yekê Bal, di 10’ê Sibata 2022’yan de bi rêya parêzerê xwe serî li AYM’ê da. 
 
BERAET BÛ 
 
Li hêla din, rêveberiya girtîgehê jî der heqê Bal de serlêdana sûc kir. 7’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Sîlîvriyê der heqê Bal de bi îdiaya “amûrên qedexe xistiye girtîgehê” îdianame amade kir. Her wiha biryar da ku der heqê radyoyê de lêkolîn were kirin ka banda Amplidute Modulation dixebite yan na. Di encama lêkolînê de derket holê ku tenê banda FM dixebite, hêmayên sûcê tê îdiakirin çênebûne û der heqê Bal de biryara beraetê hate dayin 
 
BIRYARA BINPÊKIRINA MAFÊ AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ 
 
AYM’ê, serlêdana Bal qebûl kir û got ku mafê azadiya xweîfadekirinê ya di xala 26’an a Destûra Bingehîn de hatiye binpêkirin û ji bo jinûvedarizandinê dosya dîsa şand 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Sîlîvriyê. Her wiha biryar hate dayin ku 10 hezar TL tazmînat ji Bal re bê dayin. 
 
MA / Sema Bîngol
 
Nûçeyên Têkildar
Doza Hurmuz Dîrîl ku 6 sal in agahî jê nayên girtin sibe tê lidarxistin
Doza Hurmuz Dîrîl ku 6 sal in agahî jê nayên girtin sibe tê lidarxistin

Danişîna ewil a têkildarî Hurmuz Dîrîl ku 6 sal û 2 meh in tu agahî jê nayên girtin, dê sibe li Şirnexe bê lidarxistin.

Aydin: Divê qanûnên aştiyê têkevin dewrê
Aydin: Divê qanûnên aştiyê têkevin dewrê

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin ku bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, got ku divê qanûnên aştiyê bi lez û bez têkevin dewrê."

Biryara qedexeyê ya walîtiyê hat betalkirin: Hiqûqî nîne
Biryara qedexeyê ya walîtiyê hat betalkirin: Hiqûqî nîne

Walîtiya Amedê, ji bo protestoyên têkildarî tayînkirina qeyûm biryara “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” dabû. 3’yemîn Dadgeha Îdare ya Amedê, bi sedema “hiqûqî nîne”, biryara qedexeyê ya walîtiyê betal kir.

Di ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ ya Mêrdînê de biryar hat dayin
Di ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ ya Mêrdînê de biryar hat dayin

Di danişîna doza 44 kesên ji ber di sala 2011’an de du malbatên xwîndariya wan hebû lihev anîn dihatin darizandin de biryar hate dayin.

Ji Gurlek têkildarî ‘mafê hêviyê’ daxuyanî: Verastkirina zagonê rayeya Meclisê ye
Ji Gurlek têkildarî ‘mafê hêviyê’ daxuyanî: Verastkirina zagonê rayeya Meclisê ye

Wezîrê Dadê akin Gurlek têkildarî “Mafê hêviyê” daxuyanî da û got ku mijara behsa xeberê di zagonan de cih nagire û verastkirina zagonî jî rayeya Meclisê ye.