ÎZMÎR - Wezareta Koçberiyê ya Yewnanistanê serlêdana penaberiyê ya çalakvanê mafên mirovan Yannis Vasilis Yaylali red kir û diyar kir ku wî di salên 1990'î de dema ku di leşker bûye, bi şahidiya xwe ya şewitandina gundên li Kurdistanê "sûcên şer" kiriye.
Wezareta Koçberiyê ya Yewnanistanê serlêdana penaberiyê ya aktivîstê mafên mirovan Yannis Vasilis Yaylali, ku ji sala 2019'an vir ve li Yewnanistanê dijî, red kir û biryar da ku wî bışine Tirkiyeyê. Piştî danûstandinên ku ji 2021'ê heta 2023'yan dom kirin, doza wî piştî bendewariyeke dirêj hat redkirin. Di biryara redkirinê ya 120 rûpelî ya Wezaretê de sûcên ku artêşê di dema xizmeta wî ya leşkerî ya mecbûrî de di salên 1990'î de li Kurdistanê kirine hatine destnîşankirin. Lêpirsîna destpêkê tevlêbûna wî ya di artêşê de qebûl kir û berpirsiyariya wî ya takekesî destnîşan kir. Lêbelê, lêpirsîna pileya duyemîn biryar da ku ew vegere Tirkiyeyê. Vasilis Yaylali diyar dike ku tevî desteserkirina belgeyên wî yên nasnameyê û biryara rayedarên Yewnanistanê, ew bi xetereya ku di her kêliyê de vegere Tirkiyeyê re rû bi rû ye.
Biryara radestkirinê li ser wê sedemê bû ku Yaylali ger biçe her herêmeke Tirkiyeyê, bi taybetî Bafra ya Samsunê, dê bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nemîne. Lêbelê, heman dosye her wiha dibêje ku li Tirkiyeyê li dijî Yaylali 13 dozên cuda hene, di nav de sûcdariyên "sîxuriya navneteweyî" jî hene û fermana girtinê ji bo wî heye. Her çend metna biryarê binpêkirinên mafên mirovan û zextên li dijî muxalifan li Tirkiyeyê bi berfirehî destnîşan dike jî, ew her wiha qebûl dike ku Yaylali berê rastî girtin û îşkenceyê hatiye. Tevî vê yekê jî, serlêdan hat redkirin.
ŞEWITANDINA GUNDÊN KURDISTANÊ 'SÛCÊ ŞER E'
Li gorî biryara radestkirinê ya di dosyeyê de, tê destnîşankirin ku Yaylali di sala 1994'an de di operasyonên li dijî PKK'ê de xizmeta leşkerî ya mecbûrî kiriye û tê îdiakirin ku ew di hawirdoreke wiha de bûye ku gundên Kurdan hatine şewitandin, îşkence û kuştin hatine kirin. Her çend Yaylali diyar kiriye ku ew beşdarî kiryarên wiha nebûye, lê şahidê bûyerê bûye jî, Wezareta Yewnanistanê îfadeya wî ya der barê sûcên ku ji hêla artêşê ve hatine kirin de bi kar anî da ku wî ne wekî şahid, lê wekî hevkar nîşan bide. Di encamê de, serlêdana wî ya penaberiyê bi hinceta "sûcên şer" hat redkirin.
Piştî biryarê, gelek partî, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan li Yewnanistanê bertekên neyînî nîşan dan û diyar kirin ku jiyana Yaylali di xetereyê de ye.
Yaylali destnîşan kir ku dewleta Yewnanistanê ji destpêkê ve nexwestiye wî bibine û got ku biryara vegerandinê jî piştî hevdîtina Serokkomar Erdogan û Serokwezîrê Yewnanistanê Miçotakis bi rojekê hatiye dayîn.
Yaylali diyar kir ku her çend çalakiyên wî yên rojnamegerî û aktivîstiyê di biryara destpêkê de hatine qebûlkirin jî, doza wî ji ber xizmeta leşkerî ya mecbûrî ya salên 1990'î û çavdêriyên wî yên li bajarên Kurdan wekî "sûcê şer" hatine qebûlkirin. Yaylali bilêv kir ku statuya wî ya penaberiyê li ser vê bingehê hatiye redkirin.
Yaylali diyar kir ku her çend pirsgirêkên mafên mirovan li Tirkiyeyê hatine qebûlkirin jî, jê re hatiye gotin ku dema vegere Bafrayê dê bi pirsgirêkan re rû bi rû nebe. Yaylali behs kir ku ew berê li Girtîgeha Bafrayê girtî bûye, li wir rastî gef û zextan hatiye û ji ber ku jiyana wî di xetereyê de bûye, ji wir çûye. Yaylali hin bûyerên li herêma Deryaya Reş bibîr xistin û got ku li herêmê polîtîkayeke sîstematîk heye ku nasnameyan hedef digire.
BANGAWAZÎ
Yaylali diyar kir ku îdiayên sûcên şer bi xizmeta wî ya leşkerî ve hatine girêdan û got ku ew bûye hedef ji ber ku wî behsa ezmûnên xwe yên li bajarên Kurdan kiriye. Yaylali ku xwe hem wekî Yewnanî û hem jî wekî çalakvanekî mafên mirovan dide nasîn, got ku ew ji ber xebata xwe ya li ser Kurd û Pontiyan ji hêla dewletê û hin koman ve bûye hedef.
Yaylali, ji parêzvanên mafên mirovan û aştiyê xwest ku di vî warî de hesas bin ku rayedarên Yewnanî tedbîran bigirin.
MA / Tolga Guney