Di operasyona bahisa derqanûnî de Diyarbekirspor hat desteserkirin
STENBOL - Di operasyona bahisa derqanûnî de 8 kes hatin binçavkirin û Diyarbekirspor û 3 şîrket jî hatin desteserkirin.
Di lêpirsîna bahaisa derqanûnî de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê ya Stenbolê ve hat meşandin de, hat îdiakirin ku serokê berê û rêveberên Tûzlasporê ku di sala 2014'an de wekî Beykoz 1908 Sporê navê xwe guherand, xwediyê sîteyeke bahîsa derqanûnî ne û qezanca ji vê di ser hin klûbên sporê re kirine. Di lêpirsînê de hat parastin ku dahata di çaçroveya bahisa derqanûnî de hatiye bidestxistin bi rêya hesabên bankeyê yên hesabgir û hin xebatkarên klûbê, ji hesabên klûbê re hatine şandin. Her wiha hat diyarkirin ku Klûba Diyarbekirsporê jî ji bo lîstina bahîsa derqanûnî derfet peydakirine.
Di vê çarçoveyê de li Stenbol, Enqere, İzmir, Hatay û Amedê bi awayekî hevwext operasyon hatin lidarxistin û 8 kes hatin binçavkirin. 3 şîrket, klûbeke futbolê, 6 wesayît, 3 motosiklet, 7 daîre, 6 erse û kargehek hatin desteserkirin. Di lêgerînan de jî gelek materyalên dîjîtal hatin desteserkirin.
DIYARBEKIRSPOR HAT DESTESERKIRIN
Di çaçroveya lêpirsînê de Diyarbekirspor jî hat desteserkirin. Hat derpêşkirin ku serokê berê yê Diyarbekirsporê Fevzî Îlhanli û rêveberên klûbê xwediyê sîteya bahisa derqanûnî ne. Hat derpêşkirin ku hesabgirê Diyarbekirsporê û hin xebatkarên wê pereyên ji bahisa derqanûnî hatine qezenckirin û ji hesabên wan re hatine şandin, şandine hesabên klûbê.