Ji Gurlek têkildarî ‘mafê hêviyê’ daxuyanî: Verastkirina zagonê rayeya Meclisê ye

Parve bike:

ENQERE - Wezîrê Dadê akin Gurlek têkildarî “Mafê hêviyê” daxuyanî da û got ku mijara behsa xeberê di zagonan de cih nagire û verastkirina zagonî jî rayeya Meclisê ye. 

 
Komîsyona Meclisê ya bi boneya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, di 18’ê Sibatê de civîna xwe ya 21’an û ya dawî li dar xist û rapora hevpar bi piraniya dengan qebûl kir. “Mafê hêviyê” di raporê de cih negirt lê hate gotin ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên bicihanîn. Wezîrê Dadê Akin Gurlek jî têkildarî geşedanên di rojevê de axivî û got ku di vê mijarê de raye, ya Meclisê ye. 
 
Gurlek, diyar kir ku di mewzûatên hiqûqa Tirkiyeyê de kesên cezayê muebbedê lê hatiye birîn jî di nav de, dema kesek heta demekî di girtîgehê de, derfet hene ku bi şert were berdan. Gurlek, got: “Lêbelê sûcên terorê li derveyî vê hatine hiştin. Bi taybet jî kesên cezayê wan ê îdamê veguherandin cezayê muebbeda girankirî yan jî yên ji ber sûcê terorê cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn, nikarin ji vê mewzûatê sûd bigirin. Cezayê xwe heta mirinê dikişînin.” 
 
Di berdewamê de Gurlek bal kişand ser “Mafê hêviyê” û got: “Lewma jî di pergala hiqûqê de ji bo van kesan ji xwe ‘mafê hêviyê’ tune ye. Heke di vê mijarê de sererastkirineke zagonî were kirin jî, ev raye ya TBMM’ê ye. Pêvajoa dê li wir teşe bigire. Divê em di vê mijarê de hewceye em xebatên verastkirinan ên ji bo şexsan lêbelê yên ji pêdiviyên civakê re dibin bersiv bikin. Di halê hazir kesên cezayê wan ê îdamê veguherandin cezayê muebbeda girankirî yan jî yên ji ber sûcê terorê cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn, dê nekarin ji derfeta berdana bişert sûdê bigirin.”      
Nûçeyên Têkildar
Doza Hurmuz Dîrîl ku 6 sal in agahî jê nayên girtin sibe tê lidarxistin
Doza Hurmuz Dîrîl ku 6 sal in agahî jê nayên girtin sibe tê lidarxistin

Danişîna ewil a têkildarî Hurmuz Dîrîl ku 6 sal û 2 meh in tu agahî jê nayên girtin, dê sibe li Şirnexe bê lidarxistin.

Aydin: Divê qanûnên aştiyê têkevin dewrê
Aydin: Divê qanûnên aştiyê têkevin dewrê

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin ku bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, got ku divê qanûnên aştiyê bi lez û bez têkevin dewrê."

Biryara qedexeyê ya walîtiyê hat betalkirin: Hiqûqî nîne
Biryara qedexeyê ya walîtiyê hat betalkirin: Hiqûqî nîne

Walîtiya Amedê, ji bo protestoyên têkildarî tayînkirina qeyûm biryara “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” dabû. 3’yemîn Dadgeha Îdare ya Amedê, bi sedema “hiqûqî nîne”, biryara qedexeyê ya walîtiyê betal kir.

Di ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ ya Mêrdînê de biryar hat dayin
Di ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ ya Mêrdînê de biryar hat dayin

Di danişîna doza 44 kesên ji ber di sala 2011’an de du malbatên xwîndariya wan hebû lihev anîn dihatin darizandin de biryar hate dayin.

Cezayê hefsê dan akademîsyen Selçûk Baglar
Cezayê hefsê dan akademîsyen Selçûk Baglar

Li Hîndekarê Zanîngeha Yuzun Yilê Balkar Selçûk Baglar de de ji du sûcên cuda 3 sal û 5 meh û 7 roj cezayê hefsê hate dayin. Baglar, diyar kir ku ji ber bersiva hesabên trol daye lewma dadgehê cezayê hefsê lê biriye.