Danişîna çawişê pispor ê milê zarokekî şikandibû hat lidarxistin
- Rojane
- |
- 25 Sibat 2026 14:52
- |
COLEMÊRG - Danişîna doza çawişê pispor Îbrahîm Sari ku milê zarokekî duçerxe diajo şikandibû, hat lidarxistin. Çawişê pispor ji sûcê “birîndarkirina biqesdî” tê darizandin û danişîn hate taloqkirin.
Çawişê pispor ê bi navê Îbrahîm Sari, di 13’ê Tebaxê de li Colemêrgê milê zarokekî duçerxe diajo şikand. Ji ber sûcê “birîndarkirina biqesdî”, doz li çawişê pispor hate vekirin. Danişîna ewil a dozê, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Colemêrgê hte lidarxistin. Malbata zarokê milê wî hatibû şikandin, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî tev li danişînê bûn. Bersûc Sari tev li danişînê nebû.
Dadgehê, îdia kir ku dibêtiya ku bersûc delîlan tune bike tune ne û daxwaza girtinê ya parêzeran red kir.
Biryar hate dayin ku şahidên bûyerê li dadgehê bên guhdarîkirin û ji ATK’ê rapor were xwestin. Danişîn, taloqî 17’ê Hezîranê hate kirin.
Nûçeyên Têkildar
Zarokê ji ber forma Kurdistanê hatibû derbkirin li dozgeriyê îfade da
Zarokê bi navê B.K. ê ku ji ber forma bi nivîsa Kurdistanê duh şev hatibû binçavkirin û derbkirin. Di çarçoveya dosyayê de dest danîbûn ser formayê lê der heqê formayê de tu pirs nehatin kirin.
- Rojane
- 16:26 18/3
Zarokê ji ber formayê Kurdistanê hatibû binçavkirin hate berdan
Zarokê 15 salî yê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber lixwekirina formayê Kurdistanê hatibû binçavkirin, hate berdan.
- Rojane
- 08:49 18/3
Zaroka li Îzmîrê hatibû girtin: Girtîgeh ne cihê zarokan e
A.K. a 16 salî ku ji ber hûnandina keziyan hatibû girtin, got: “Cihên zarokên wekî min ne girtîgeh e, cihê me polên dibistanê ne.”
- Jin
- 11:21 06/3
Dewlet naparêze, didarêze: 186 hezar zarok di nav lepên darazê de ne
Parêzer Medenî Gur ku li ser rapora 2025'an a Wezaretên Dadê û Karên Navxweyî axivî, got: "Darizandina zarokan, nîşan dide ku dewlet zarokan bi baş naparêze. Dema ku hûn zarokekî/ê dişînin girtîgehê, ev dibe ku bibe sedema hînkirina hin sûcên din."
- Rojane
- 11:13 17/2