Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Swîsreyê aktîvîstên jin ên ji neteweyên cuda li dijî tundiya li ser jinan a di şeran de kampanyaya îmzeyan a “Free All Woman” dan destpêkirin.
 
Bi êrişa DYA û Îsraîlê ya li ser Îranê re li Rojhilata Navîn şer belavî gelek welatan bû. Li Swîsreyê komeke jinên aktîvîst di van rojên ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê pîrozkirin de, li dijî tundiya li hemberî jinan a di şeran de kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Kampanyaya ku bi navê Free All Woman li ser platforma dîjîtal hatî destpêkirin, 7’ê Adarê wê li 5 bajarên Swîsreyê weke fîzîkî were meşandin.
 
Aktîvîstên kampanyayê daxuyanî dan û diyar kirin ku di nava gurbûna şer de jinên ji civakên cuda wê 8’ê Adarê bên ba hev û li dijî tundiya zayendî bibin yek. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên ji pêkhateyên cuda Xristiyan, Sekulet, Kurd, Êzidî, Misilman, Yahûdî bi hev re ne.
 
7’ê Adarê roja Şemiyê wê li bajarên herî mezin ên Swîsreyê li Zurîh, Bern, Basel, Lozan û Cenevreyê mêze bên danîn û îmze bên komkirin. Îmze wê radestî Meclisa Federal a Swîsreyê bên kirin.
 
4 daxwazên esas ên kampanyayê ev in:
 
1- Biryara 1325’an a Neteweyên Yekbûyî (NY) were bicihanîn; Armancên zelal, rapor, liv û tevgerên şênber.
2- Faîl berpirsyar were girtin: Bi Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li Laheyê re hevkariya aktîf, pêkanîn, pîvana daraza gerdûnî û rawestandina hebûnê.
3- Piştgiriya bi bawer û ya hatî diyarkirin a ji mexdûran re: Fonên xwedî çavkaniya diyar, tedawiya travmayê û bernameyên parastinê.
4- Di helwesta dîplomatîk de cihnegirtina cot standard: Faîl kî dibe bila bibe bi eşkere bila were şermezarkirin û polîtîkaya derve ya xwedî helwest.
 
Her wiha hate diyarkirin ku di şer de tundiya zayendî sûcê şer e û bang hate kirin ku piştgirî were dayîna mexdûran û li dijî her cure cihêkariya dermirovî û muamaleya biçûkxistinê helwest were raberkirin.
 
Cihên ku wê 7’ê Adarê îmze lê bên komkirin:
 
1- Zurîh: Tessinerplatz (Bahnhof Enge) Saet 15.00-17.00
2- Bern: Kornhausplatz 15.00-17.00
3- Basel: Tellplatz 15.00-17.00
4- Lozan: Place des Pionnières 15.00-18.00
5- Cenevre (Genf)
 
Navnîşana kampanyaya di platforma dîjîtal de https://www.freeallwomen.org/
 
 
 
Nûçeyên Têkildar
Gonul Alkanê beriya bê qetilkirin alîkarî ji polîsan xwestiye, lê alîkariya wê nehatiye kirin!
Gonul Alkanê beriya bê qetilkirin alîkarî ji polîsan xwestiye, lê alîkariya wê nehatiye kirin!

Îdîanameya der barê Kemalettîn Alkan de ku li Artemêtê Gonul Alkanê kuşt, hat amadekirin. Sûcdar li xwe mikur hat ku bi tiştekî birîner çûye cihê bûyerê. Parêzer Mehtap Işikê diyar kir ku Gonul Alkan beriya bûyerê ji polîsan alîkarî xwestiye lê alîkariya wê nehatiye kirin.

Şandeya Meclisa Parlamenteran a hat Enqereyê: Çareserî bi beşdariya birêz Ocalan mimkun e
Şandeya Meclisa Parlamenteran a hat Enqereyê: Çareserî bi beşdariya birêz Ocalan mimkun e

Endamên Koma Çep a Yekgirtî ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê ku ji bo daxwaza bicîhanîna biryarên DMME'yê hatin Enqereyê, diyar kirin ku "çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd tenê bi beşdariyeke tam ya birêz Ocalan mimkun e."

Rapora Nîsanê ya KCDP'ê: 26 jin hatin qetilkirin, 23 mirinên biguman
Rapora Nîsanê ya KCDP'ê: 26 jin hatin qetilkirin, 23 mirinên biguman

Li gor rapora meha Nîsanê ya KCDP'ê di mehekê de 26 jin hatine qetilkirin û 23 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.

Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Bila ji peywirdarên zanîngehê mînaka DNA’yê bê girtin
Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Bila ji peywirdarên zanîngehê mînaka DNA’yê bê girtin

Jinan, diyar kirin ku pêvajoyên di dosyeyên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê de dişibin hev û gotin: “Kujerên hemû jinên hatine qetilkirin diyar in. Divê di dosyeya Rojîn Kabaîşê de DNA’yê hemû peywirdarên zanîngehê bên girtin.”

Faîlê Aleyna Yarayê hate girtin
Faîlê Aleyna Yarayê hate girtin

Faîl Cafer Başegmez ê duh li Amedê Aleyna Yaray qetil kiribû, hate girtin.