Ji bo rojnameger Osman Kiliç li Den Haagê merasîm hate lidarxistin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rojnameger Osman Kiliç, li bajarê Den Haag ê Hollandayê merasîmekî xatirxwestinê hat lidarxistin. Di merasîmê de hat destnîşankirin ku Kiliç derwêşê vê demê bû, mîrasekî mezin li pey xwe hiştiye.

 
Ji bo Dîrektorê ANF’ê Osman Kiliç (Gundî) ê ku zêdetirî du salan ji ber nexweşiya penceşêra pişikê dihat dermankirin û piştî giranbûna rewşa wî, li klînîkeke li bajarê Tiel ê Hollandayê jiyana xwe ji dest dabû, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Den Haagê merasîmeke xatirxwestinê hat darxistin. Malbat, hevalên wî û gelek welatparêz beşdarî merasîmê bûn.
 
 
REWŞENBÎREKÎ KURD Ê MÎNAK BÛ
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Rojnamevan Reşat Sorgul di merasîmê de axivî û diyar kir ku Osman Kiliç piraniya temenê xwe li Ewropayê derbas kiriye û wiha got:
 
“Min Osman Kiliç wekî Gundî nas dikir. Karakter û taybetmendiyên hin mirovan ji bo me dibin mînak. Gundî rewşenbîrekî Kurd ê mînak bû ku bi çend zimanan dizanibû û her dem dixwend. Hevalekî dilnizm bû. Êşa gelê xwe hîs dikir û di gotinên xwe yên dawî de jî digot ku riya wî hilbijartiye riya mirovahiyê ye. Jiyaneke sade ya bê meqam û mevkî ji bo wî esas bû. Ew derwêşê vî çaxî bû. Di gotinên xwe yên dawî de jî digot; ‘heger kêmasiyên min çêbibin, ez xwe-rexneya xwe didim hevalên xwe û rêxistina xwe.’ Nexwe, dilnizmî ev e.”
 
Birayê wî Lokman Kiliç jî beşdarên merasîmê silav kir û bi dirûşma “Şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin” hestên xwe anî ziman.
 
'DIVÊ EM HEST Û MANEVİYATA ŞEHÎD BAŞ FAM BIKIN'
 
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî li ser navê Tevgera Azadiyê sersaxî da malbata Kiliç, hevalên wî û gelê Kurdistanê û wiha axivî: “Em sala 1994’an hatin Ewropayê û min wê salê hevalê Gundî nas kir. Beriya me tevlî xebatên tevgera azadiyê bibû. Ji wê demê ve em hevdu nas dikin. Nexweşî, zehmetî û astengî çi dibe bila bibe, têkoşîna wî berdewam kir. Divê em jiyan, maneviyat û hestên şehîdên ku bi riya Rêber Apo tevlî Tevgera Azadiyê bûne û ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyane, baş hîs bikin. Wan zengîniya herî mezin û jiyana herî pak ji bo azadiya gelê xwe qebûl kirine. Ji bo gelê bindest, ji bilî rûmetê tiştekî din qebûl nekirine. Her tiştê xwe ji bo gelê xwe feda kirine û ew esas girtine. Mezinahiya şehîd di vir de ye. Gelê me jî mîna erdnîgariya xwe sed sal in hatiye dorpêçkirin û hatiye xwestin ku were tunekirin. Tevgera Azadiyê li dijî vê yekê rêyek dît. Yên ku ji Rêber Apo bawer kirin, bi wî re meşiyan û her tiştê xwe feda kirin. Zengîniya herî mezin û jiyana herî birûmet ev e. Şehîd nûnertiya vê dike. Tişta ku em ê bikin, pêkanîna armancên wî ye.”
 
'EM Ê XWEDÎ LI MÎRASA WÎ DERKEVIN'
 
Li ser navê YRD û ROJIN’ê Gulistan Îke axivî û û ev tişt got: “Wekî Yekîtiya Çapemeniya Azad (YRD), Çapemeniya Azad (ROJIN) û hevalên wî yên xebatê, em sersaxiyê didin malbat, dost û gelê Kurd. Me kedkarekî Çapemeniya Azad ku bi salan keda mezin dabû, winda kir. Em vê wekî windahiyekê nabînin. Çiqas xemgîn bin jî, em bi Gundî serbilind in. Wî ji bo me wesiyetek hişt. Ew wekî ku rojnamevan bû, dîplomatek bû jî. Em ê mîna hevalên wî xwedî li ked û mîrasa wî derkevin. Em ê vê riyê bigihînin armanca wê.”
 
Siyasetmedarê Kurd Fuat Kav jî anî ziman ku heval Gundî di hevdîtina xwe ya dawî de jê re gotiye: “Nayê zanîn ku şoreşgerek dê li kû derê şehîd bikeve; carinan di zindanê de, carinan li çiyê û carinan jî li kolanan şehîd dikeve. Ez di wan deman de şehîd neketim, lê ez ê ji ber vê nexweşiyê li nexweşxaneyê şehîd bikevim. Heval Gundî silavên xwe ji hevalan, ji tevgerê û bi taybetî ji Rêber Apo re şandine."
 
'EM XATIR NAXWAZIN, EM Ê TEQEZ HEV BIBÎNIN'
 
Li ser navê Çira TV Zêdan Şaqûlî jî diyar kir ku ew kêfxweş in ku hevalekî mîna Gundî nas kirine û wiha got: “Ev xatirxwestinek e. Li gorî baweriya me ya Êzîdatiyê mirov namire. Tenê kincan diguherîne. Mirov ji cîhanekê derbasî cîhaneke din dibe. Dema mirov ji hezkiriyên xwe vediqete xemgîn dibe. Em xatir naxwazin, lê em ê rojekê teqez hev bibînin.”
 
Merasîma xatirxwestinê bi sersaxiya ji bo malbat û hevalên wî bi dawî bû.