Newroza Colemêrgê taloqî 24'ê Adarê hate kirin

Parve bike:

COLEMÊRG - Komîteya Amadekar a Newroza Colemêrgê daxuyand ku ji ber rewşa hewayê pîrozbahiya Newrozê taloqî 24'ê Adarê kirine.

 
Komîteya Amadekar a Newroza Colemêrgê der barê prozbahiya Newrozê de daxuyaniyekî nivîskî weşand. D daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Gelê me yê welatparêz dema ku Newroza 2026'an pêşwazî dike, di nava yekitî û hevjiyana ku di dîrokê de mînakê wê kêm hatiye dîtin de tifaqa neteweyî ava kiriye. Meydanên Newrozê meydanên dîrokî ne ku gelê me tê de daxwazên xwe yên demokratîk, çandî, îdarî û siyasî bi awayekî herî xurt û herî rûmetdar tîne ziman.
 
Me plan kiribû ku Newroza Colemêrgê li gorî plana komîsyona navendî ya Newrozê bi şîara “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” di 15’ê Adarê de pîroz bikin. Lê ji ber ku rewşa hewayê ne guncaw bû û di heman demê de daxwazên taloqkirinê yên gelê me di nav rojê de zêde bûn, Newroz dê di 24'ê Adarê de bê pîrozkirin.”