Berpirsê Ewlehiyê yê Hîzbullaha Iraqê Elî Eskerî hate kuştin
- Rojhilata Navîn
- |
- 17 Adar 2026 09:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hîzbullaha Iraqê ragihand ku rayedarê wan ê payebilind Ebû Elî Eskerî hatiye kuştin.
Tevgera Ketîbeyên Hîzbullaha Iraqê beşek a Heşdî Şebî ye, kuştina berpirsê xwe yê ewlehiyê Ebû Elî Eskerî ragihand. Hîzbullaha Iraqê têkildarî kuştina berpirsekê xwe yê payebilind daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de Hîzbullaha Iraqê kuştina berpirsê ewlekariyê yê tevgera xwe yê binavê Ebû Elî Eskerî ragihand lê agahiyên têkildarî dem, cih û çawaniya kuştina wî eşkere nekir. Hîzbullaha Iraqê ragihand ku li şûna Ebû Elî Eskerî, efserê binavê Ebû Mucahîd bûye berpirsê ewlehiyê yê tevgerê.