STENBOL - Wekîla DEM Partiyê Ozgul Sakiyê diyar kir ku îktîdarê di çarçoveya pêvajoyê de heta niha jî gavên şênber neavêtiye û xwest îktîdar amadekarî û xebatên xwe eşkere bike.
Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Ozgul Sakî, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî. Ozgul Sakiyê, diyar kir ku îmzekirina rapora komîsyonê ya ji hêla hemû partiyan ve girîng e û got: “Naveroka raporê têr nedikir û îktîdar di sînorê ‘ewlehiyê’ de digire dest. Tê gotin ku kesên çekan ber didin dê tev li siyaseta demokratîk bibin. Ev girîng e. Em vê îktîdarê, ji zexta li muxalefetê dike, ji siyaseta wê ya înkar û tunekirinê, ji helwesta wê ya li Rojava û Îranê nas dikin. Ev rapor biqîmet bû.”
Bi domdarî Ozgul Sakiyê got ku li Rojhilata Navîn şer heye lê Tirkiye li şûna ku tevahiya wêneyê binêre, li pey fikra “Bila Kurd xwedî statu nebin” ketiye û wiha pê de çû: “Meseleya înkar û îmhayê ya sedsal in li Tirkiyeyê didome, cara ewil bi vê raporê di asta Meclisê de bi awayê ‘pêvajoyeke pevçûnan heye û divê çareserî were peydarkirin’ hate vegotin. Ev girîng e.”
'KOMÎSYONÊN HEQÎQETÊ GIRÎNG IN’
Ozgul Sakiyê, anî ziman ku ji destpêka pêvajoyê ve jinan xwe birêxistin kir, Înîsiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye hatiye avakirin, jinan li Meclisê nêrînên xwe anîne ziman û daxwazên xwe kirine. Ozgul Sakiyê, got ku Komîsyonên Heqîqetê, Windakirî, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê girîng in û got: “Di şeê 40-50 salan de travmayên mezin hene. Ji ewil divê ev bên naskirin. Sûcên şer, windahiyên mezin çêbûn. Divê berpirsyar bên darizandin û di vê mijarê de îradeyê nîşan bidin. Çareseriya meseleya Kurd dê ji bo herêmê jî bibe mînak.”
ŞERH Û DENGÊ NA YÊN DI RAPORÊ DE
Di berdewamê de Ozgul Sakiyê bi bîr xist ku weke DEM Partiyê şerh danîne ser raporê û got ku aliyên erênî yên raporê jî hene. Ozgul Sakiyê anî ziman ku rewşa PKK’iyan, xala 6’an a “Tevlibûna nava civakê” û xala 7’an, ji bo demokratîkbûnê girîng in. Ozgul Sakiyê got: “Rapor hêj tam nehatiye temamkirin. Lewma me şerh danî. EMEP û TÎP’ê jî dengê ‘na’ dan. Divê ev yek ne weke dijberiya pêvajoyê bê dîtin. Fikarên cidî yên civakî hene. Em bi gel re civînan dikin û bêbaweriyek heye. Ji bo ewlehiyê hewcehî bi gavan heye. Tevî bendewariyan jî îktîdarê ji bilî avakirina komîsyonê gavek neavêt. Rapor, bêyî gav bên avÊtin hate amadekirin û vê jî bi xwe re bêbawerî zêde kir. Dikariyan girtiyên ji dozên Kobanê û Geziyê û girtiyên nexweş berdin, qeyûman paşve bikişînin.”
'DEMA WÊ YE KU ZEXT LI ÎKTÎDARÊ WERE KIRIN’
Ozgul Sakiyê, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo îktîdar gavan biavêje, dema wê ye ku zext lê were kirin. Dikariyan tavilê raporê pêşkeşî Meclisê bikin lê nekirin. Îktîdar dibêje ‘em amade ne’ lê planên xwe parve nake. Wê demê amadekariyên xwe parve bikin ku em li ser nîqaş bikin. Kesên çek di destê wan de dikarin der heqê xwe de gotina dawî bikin. Û rêberekê wan heye. Lewma ji bo çareseriyê divê hûn guh bidin dengê gel, dengê Meclisê, dengê gerîla û rêberê wan. Wê demê avakirina aştiyeke mayinde pêkan e û bawerî ava dibe.”
MA / Omer Îbrahîmoglû