WAN - Parêzera malbata Rojîn Kabaîşê, Zeynep Demîrê diyar kir ku bi venekirina şîfreya telefonê re tê xwestin dosya di tariyê de were hiştin û got: “Di hevdîtina bi serdozgeriyê re de me xwest telefon ji Çînê re were şandin. Ji ber ku fîrmaya wê telefonê li wir e.”
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona sala 2024’an de ji wargeha lê dima derket û piştî 18 rojan cenazeyê wê hate dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna mirina biguman a Rojîn Kabaîşê de telefona wê ji Spanyayê re hate şandin da ku şîfreya wê were vekirin lê nehat vekirin. Parêzera malbata Rojîn Kabaîşê Zeynep Demîrê got ku divê pêvajo bi hûr û kûr were birêvebirin û ev tişt anî ziman: “Di hevdîtina bi serdozgeriyê re de me xwest telefon ji Çînê re were şandin. Ji ber ku fîrmaya wê telefonê li wir e.”
Bi domdarî Zeynep Demîrê anî ziman ku li Spanyayê venekirina şîfreya Rojîn Kabaîşê, dosya da zorê û got: “Pêvajoya têkildarî telefonê careke din nîşan da ka di mijara teknîkê de çiqasî kêm in. Li Tirkiyeyê demekî dirêj xebatên vekirina telefonê hatin kirin lê encamek jê negirtin. Piştre bi Wezareta Dadê ya Spanyayê re hevdîtin hatin kirin, hate gotin ku pergaleke ku dikare vê telefonê veke heye û ji bo şandina telefonê lihevkirin çêbû. Vê jî hêvî da. Spanyayê raporeke teknîkî şand û got ku nekarîne telefonê vekin.”
DAXWAZA JI BO ŞANDINA ÇÎNÊ
Zeynep Demîrê, bi lêv kir ku ji bo ronîkirina dosyayê divê pêvajo bi hûr û kûr were meşandin û wiha axivî: “Dema em li qonaxa ewil jî dinêrin, dibînin ku gelek xemsarî hene. Em dibêjin divê rêbazên cuda bên ceribandin. Di hevdîtina bi serdozgeriyê re de me xwest telefon ji Çînê re were şandin. Ji ber ku fîrmaya wê telefonê li wir e. Dikarin rêbazên cuda jî bên bikaranîn.”
‘PÊVAJO XITIMAND’
Zeynep Demîrê, daxuyand ku di dosyayên mirinên biguman ên jinan de hewceye xebatekî bilez were destpêkirin û li ser her hûrgiliyan bê sekinandin. Zeynep Demîrê wiha dom kir: “Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de ji ewil li ser îxtîmalekê sekinîn û vê jî pêvajo xitimand. Heke bi bi xebatên teknîkî pêvajoyeke bi hûr û kûr bihata meşandin, dibe ku îro encamên cuda di destê me de bûna. Piştî salekê qismekê rapora ATK’ê kete destê me. Rewşên ku em bêhtir dereng gihandin encamê çêbûn. Girîng e ku pêvajo baş were domandin.”
‘XEMSARÎ HENE’
Bi domdarî Zeynep Demîrê got ku di dosyeya Rojîn Kabaîşê de xemsarî hebû û axaftina xwe wiha qedand: “Aliyê dozgeriyê, midûriyeta wargehê, xebatkar û ewlehiyê de terkexemiyeke cidî heye. Walîtiyê destûr nedabû der heqê van de lêpirsîn were destpêkirin. Ev jî hejmara binpêkirinên di dosyeyê de zêde dike. Baroya Wanê û dozgeriyê li dijî vê rewşê îtîraz kir. Ev geşedaneke girîng bû. Divê ev dosye tavilê bê ronîkirin. Di çarçoveya dosyeyê de heta niha li 150 DNA’yan hate nihêrtin. Li bendê ye li DNA’yên 2 hezar û 500 kesên din binêrin. Ji bo ronîkirina dosyeyê divê telefon were vekirin. Divê der heqê kesên sersariya wan tê de heye jî pêvajo bê meşandin.”