Li Bolûyê xwendekarê ku got 'ez ê êrişî dibistanê bikim' hat binçavkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bolûyê xwendekarê pola 8'an A.A. ku gefa dê êrişî dibistanê bike li hevalên xwe xwar, hat binçavkirin. 
 
Li Bolûyê xwendekarê pola 8'an A.A. ku gefa dê êrişî dibistanê bike li hevalên xwe xwar, ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin.
 
Bûyer li dibistaneke navenda bajêr pêk hat. Li gor îdiayê, xwendekarê pola 8'an A.A., ji hevalên xwe yê polê re gotiye dê êrişî dibistanê bike. Piştî vê hevalên wî qilqilîne û rewşê ji malbatên xwe re gotine. Li ser giliyê malbatan, cendirme hatin dibistanê û xwendekarê navborî binçav kirin. 
 
A.A., piştî karen li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr sewqî edliyeyê hat kirin. Hat hînkirin ku A.A. di îfadeya xwe de gotiye wî henek kirine.