Daxwaza Aygul Kabaîşê: Bila faîlên keça min bên dîtin

Parve bike:

AMED - Dayika Rojîn Kabaîşê Aygul Kabaîş bi boney Roja Dayikan axivî û xwest edalet pêk bê û faîlên keça wê bên girtin. 

 
Di dosyeya xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê de ku li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, hêj gelek pirs nehatine bersivandin. Dayika Rojîn Kabaîşê Aygul Kabaîş bi boneya Roja Dayikan axivî û ji bo darizandina faîlan daxwaza edaletê kir. 
 
Aygul Kabaîşê, da zanîn ku ev du sal in Roja Dayikan bi xemgînî derbas dike û got: “Dilê me gelek şikestî ye. Heke Rojîn bi me re bûya em ê gelek keyfxweş bûna. Em dixwazin kujerên wê bên dîtin. Heta edalet pêk tê em ê dev ji vê dozê bernedin. Me zarokên xwe bi zor û zehmet mezin kirin. Rojînê xwend, zanîngeh qezenc kir lê nekarî mamostetiya xwe temam bike. Heta roja qiyametê dê destên me bi qirika kujerên wê de bin. Bila dewlet aşkera bike ka ew DNA’yên li ser cenazeyê wê hatine dîtin ên kê ne. Em dizanin dê Rojîn êdî venegere lê divê faîlên wê bên girtin. Di nava van du salan de me gelek zehmetî dît. Me Rojîn ne ji bo qetilkirinê şande zanîngehê. Me, ji bo xeyalên xwe pêk bîne ew da xwendinê. Dê bûbûya mamoste.”