Welatiyên Wanê: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe

Parve bike:

WAN - Welatiyên Wanê ji ber gavneavêtina dewlet û îktîdarê ya di pêvajoyê de bertek nîşan dan û gotin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û nîqaşên li ser vê rojevê didomin. Di demeke her kes li bendê ye dewlet û îktîdar gavên zagonî biavêje, wan xwe li bêdengiyê daniye. 
 
Welatiyên Wanê têkildarî pêvajoyê axivîn û bertek nîşanî dewlet û îktîdarê dan. 
 
‘BÛ SALEK TU GAVEK NEHATIYE AVÊTIN’
 
Nazmiye Şahînê diyar kir ku pêvajo zêdetirî saleke didome lê dewlet û îktîdarê tu gav neavêtine û ev tişt anî ziman: “Heta niha tu gavek neavêtine. Divê girtiyên me yên bi awayekî neheq hatine girtin bên berdan. Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernedin dê baweriya me bi pêvajoyê neyê.” 
 
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’
 
Lezgîn Aşkan jî diyar kir ku pêvajo bêyî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêş nakeve û wiha got: “Bila Bekir Kaya, Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyan berdin ku baweriya me bi pêvajoyê were. Heke aştî nebe nexweşî heye. Divê heqên Kurdan bidin. Her wiha divê Kurd di nav xwe de tifaq bin. Bila Abdullah Ocalan were nav civaka xwe. Nexwe ev şer dê bidome.” 
 
‘BI SALA YE LI BENDA AŞTIYÊ NE’
 
Sakîne Firatê jî got: “Heke pêvajo bi ser keve dê hizûr were vî welatî. Bila şer nebin, dayik negirîn û hizûr hebe. Hêviya me ew e ku gavên erênî bên avêtin û Abdullah Ocalan di demeke herî kin de azad bibe. Bi sala ye li benda aştiyê ne û dê aştî bo Tirk û Kurdan baş bibe. Bila deriyên zindanan vekin û dixwazim her kes azad bibe. Ji bo aştî çêbibe bila her du alî jî gavan biavêjin.” 
 
'EM BI SAYA WÎ LI VÊ DERÊ NE’
 
Ji welatiyan Uzeyîr Dîk jî anî ziman ku aştiya Tirk û Kurdan tenê bi Abdullah Ocalan pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke girtî werin berdan û aramî çêbibe dê baweriya me bi pêvajoyê bibe. Nexwe dê şer bidome. Lê di dawiya dawî de dê aştî bibe. Serkeftiyên şer nînin. Ji ber şer, xelk ji gundên xwe bû. Daxwaza min, azadiya Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyan e. Beriya niha zîhniyeta koletiyê hebû lê bi saya Abdullah Ocalan çavê gel vebû. Em bi saya wî gihiştin van rojan. Divê dewlet tavilê gavan biavêje.” 
 
‘DI ŞEXSÊ ABDULLAH OCALAN DE DÊ GELÊ KURD AZAD BIBE’ 
 
Naîm Katildi jî destnîşan kir ku ew dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn û wiha pê de çû: “Em j tevgera xwe bawerin. Lê hikûmet ne ji dil e. Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya gelê Kurd e. Heta ku hevalên me girtî bin baweriya me bi pêvajoyê nayê. Em tenê mafên xwe dixwazin. Em dixwazin bi ziman û çanda xw bijîn. Hewceye gavên wêrek biavêjin. Tekane daxwaza me ew e ku em jî mîna gelên din bijîn. Tekane daxwaza me, mafên me ne.” 
 
‘OCALAN AKTOREKÎ MEZIN E’ 
 
Gurgîn Gultekîn jî bilêv kir ku mezintirîn aktorê pêvajoyê Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Ocalan ji bo me çi bibêje ew e. Bila dewletên cuda weke çavdêr tev li pêvajoyê bibin. Daxwaza me tevan aştî ye. Divê Ocalan azad bibe. Sermuzakerevanê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e. Lîderekî mîna wî nehatiye dinyayê.” 
 
Ji welatiyan Rifki Sezer jî xwest Abdullah Ocalan di demekî herî nêz de were Meclisê û got: “Wê demê dê baweriya min bi Meclisê bibe. Heke Abdullah Ocalan û girtiyên din bên berdan dê baweriya me bi pêvajoyê were. Bila Abdullah Ocalan berdin û were li Meclisê biaxive.”