Zubeyîr Aydar: Divê lihevkirinek di ser partiyan re pêk bê

Parve bike:
STENBOL - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, di 24'mîn Civîna Desteya Giştî ya KNK’ê axivî u got: “Divê her kesê li vir, mêvan, nûnerên saziyan, rewşenbîr û hemû kesayet, zextê li partiyên Kurdî bikin. Divê zext û lihevkirinek di ser partiyan re pêk bê.”
 
24’emîn Civîna a Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Venlo yê Hollandayê, di roja duyemîn de bi nîqaşên li ser mijara Konferansa Neteweyî didome. Piştî axaftina li ser navê dîwanê ya têkildarî armanca civînê, delegeyan bi dorê mafê axaftinê girtin û ji bo xebatên Konferansa Neteweyî pêşniyarên xwe kirin.
 
NÎQAŞA LI SER SEDSALA GELÊ KURD
 
Di civînê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Endamê KNK’ê Zubeyîr Aydar axivî. Aydar diyar kir ku ew ê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina salvegera Peymana Lozanê ya ku perçekirina Kurdistanê erê kiriye de, li bajarê Lozanê panel û çalakiyekê li dar bixin. Aydar destnîşan kir ku ev panel ne tenê ji bo nîqaşkirina rabirdûyê ye û got ku armanca wan ew e ku rewşa heyî û sedsala pêşiyê ya gelê Kurd nîqaş bikin. Aydar anî ziman ku navenda nîqaşên panel û çalakiyên ku wê li Lozanê bên lidarxistin, wê giranî têkildarî yekitiya neteweyî be.
 
 ‘DIVÊ EM ZEXTÊ LI PARTIYAN BIKIN’
 
Zubeyîr Aydar da zanîn ku xebatên yekitiya neteweyî li pêşiya wan tevan e û wiha got: “Lê ji bo ku ev yekîtî pêk bê, divê her kesê li vir, mêvan, nûnerên saziyan, rewşenbîr û hemû kesayet, zextê li partiyên Kurdî bikin. Divê zext û lihevkirinek di ser partiyan re pêk bê. Ev zext dibe ku hemû partiyan di xalekê de bîne cem hev û yekitiya neteweyî pêk bîne. Ji ber ku îro dijminên gelê Kurd dixwazin Lozaneke duyemîn bi Kurdan bidin jiyîn. Rewş gelekî cidî ye, tu garantiyek nîne ku tiştên îro li Rojava diqewimin wê sibe li Başûr rû nedin. Jixwe li ser wê derê jî metirsiyên cidî derdikevin holê. Ji ber vê yekê partî kîjan dibe bila bibe, divê em zextê li partiyan bikin. Ev zext wê wan neçarî yekitiya neteweyî bike. Îro wê li vir ji bo Konferansa Neteweyî biryarek bê girtin û komîsyonek bê avakirin. Wê KNK jî li gorî pêşveçûn û encamdana van xebatên konferansê xwe nû bike û bi pêş bixe.”
 
Aydar destnîşan kir ku gaveke bi vî rengî wê hem destkeftiyên Rojava mayînde bike, hem metirsiyên li ser Başûr pûç bike, hem jî bandoreke erênî li pêvajoya Bakur bike û li Rojhilat jî rûpeleke nû veke.
 
‘KNK PIREK E YEKITIYÊ YE’
 
Piştî axaftina Aydar, peyama Însîyatîfa Yekitiya Demokratîk a ji bo Desteya Giştî ya KNK’ê hate xwendin. Di peyamê de hate diyarkirin ku KNK di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê de wekî pireke yekitiyê kar dike û di pêşxistina dîplomasiya navxweyî de roleke girîng dilîze. Însiyatîfê ve xal anîn ziman: “Divê gelê me yê welatparêz li her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê bi helwesteke neteweyî, civakeke rêxistinkirî û yekitiya demokratîk pêşwaziya jiyana nû bike.”
 
‘AZADIYA OCALAN XETA SOR E’
 
Di daxuyaniya Yekitiyê de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha hate destnîşankirin: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ji bo pêşerojeke nû gelekî girîng e. Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û daxwazên wî, ne tenê ji bo pêvajoya heyî, di heman demê de ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd jî wekî ‘xeta sor’ derdikeve pêş. Ji ber vê yekê, eger em karibin li Kurdistanê yekitiyeke berfireh ava bikin, bêguman wê destê wî jî xurtir bibe û wê hemû cîhan baştir fêm bike ku gelê Kurd li herêma xwe aktorekî mezin e û nayê paşguhkirin.”
 
Di dawiya peyamê de hate destnîşankirin ku dem dema yekitiyê ye û bi bîranîna şehîdan re peyama xwedîderketina li mîrateya KNK’ê hate dayîn.