NÛJINHA'yê têkildarî êrişa sîberê daxuyanî da

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - NÛJINHA'yê têkildarî êrişa sîber a li ser malpera xwe daxuyanî da û got: “Em careke din tekez dikin: Em ê dev ji berpirsiyariya xwe ya eşkerekirina rastiya jinan bernedin. Em ê weşanên xwe li hemberî hemû êriş, gef û zextên ku armanca wan bêdengkirin, nedîtin û bindestkirina jinan e bidomînin.”
 
ÊRIŞA LI SER DENGÊ JINAN
 
NÛJINHA'yê li dijî êrişa Sîber ku lê hat kirin de daxuyanîda û got ku gelek nûçeyên ku di servîsên wan yên Farsî, Erebî û Îngilîzî de hatibûn weşandin, hatin jêbirin û weşana wan demek rawestiya ye. NÛJINHA'yê diyar kir ku di van kêliyên ku koma berpirsyariya êrişê girt ser xwe, gefên xwe didomîne de, ew careke din tekez dikin: tu êrişa ku dengê jinan, têkoşîna heqîqetê û rojnamegeriya azad bike hedef, wê negihîje armanca xwe; tevî gefan jî ew ê weşana xwe bidomînin.
 
Berdewamiya daxuyaniya NÛJINHA'yê wiha ye," Em vê êrişê tenê wekî êrişek li ser malperek an binesaziya teknîkî nabînin. Ev êriş manevrayek siyasî ye ku dengê jinan, têkoşîna wan a ji bo rastiyê û rojnamegeriya serbixwe hedef digre. Ne tesaduf e ku em, wekî ajanseke ji bo dîtina ezmûnên jinan li seranserê Rojhilata Navîn û ji bo zêdekirina dengê jinên ku hedefên şer, tundî, newekhevî û polîtîkayên serdest ên mêran in dixebitin, dibin hedef.
 
NÛJINHA ajanseke nûçeyan e, bi têgihîştina rojnamegeriya jinan a serbixwe, demokratîk û azadîxwaz dixebite. Xeta me ya edîtorî ew e ku ezmûn, têkoşîn û rastiyên jinan bike navenda xwe, dengê kesên ku nayên bihîstin ragihîne û şahidiya têkoşîna jinan a ji bo azadiyê bike. Ji bo me, rojnamegerî ne tenê ji bo ragihandina nûçeyan e, di heman demê de ji bo îsrarkirina li ser lêgerîna rastiyê û xuyakirina dengê jinên ku di siya şer, zilm û newekheviyê de mane ye. Ji ber vê yekê, em her êrişa li ser ajansa xwe ne tenê wekî êrişek li ser saziyeke medyayê dibînin, di heman demê de êrişek li ser azadiya ramanê ya jinan, mafê wan ê agahdariyê û nirxên civaka demokratîk jî dibînin.
 
MEDYA ÊRIŞÊ REWA DIKE
 
Xaleke din a ku fikaran çêdike ew e ku li şûna rexnekirina vê êrişê yan jî wekî gef li ser azadiya çapemeniyê, hinek dezgehên medyayê bêyî ku wan bipirsin, daxuyaniyên koma ku êriş pêk aniye belav dikin û wekî çîrokeke serkeftinê yan nûçeya operasyonek pêşkêş dikin. Pêşkêşkirina êrişek li ser dezgeheke medyayê bi zimanê propagandayê ji bo dubarekirina retorîka êrişkaran û belavkirina hedefgirtinê xizmet dike.
 
Erka rojnamegeriyê ne rewakirina gefan e, eşkerekirina rastiyê ye. Nêzîkatiyek ku zimanê êrişkaran dubare dike li şûna ku hevgirtinê li hemberî êrişên li ser dezgehên medyayê nîşan bide, zirarê dide azadiya çapemeniyê û etîka rojnamegeriyê.
 
‘EM Ê WAŞANÊN XWE LI HEMEBRÎ ZEXTAN BIDOMÎNIN’
 
Wekî NÛJINHA, em careke din tekez dikin: Em ê dev ji berpirsiyariya xwe ya aşkerakirina rastiya jinan bernedin. Em ê weşanên xwe li hemberî hemû êriş, gef û zextên ku armanca wan bêdengkirin, nedîtin û bindestkirina jinan e bidomînin.
 
Em ê teslîmî gefan nebin; em ê berdewam bikin, bibin dengê azadiya jinan."