ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Parve bike:

* Welatiyên li Wanê ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin, gotin: "Sermuzakerevanê pêvakoyê Abdullah Ocalan, di girtîgehê de ye. Pêvajo bi vî rengî nameşe."

 
* Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, der barê gardiyanên ku li girtîgehê îşkence li Omer Cuma Salih kirin de biryara neşopandinê da.
 
* Nûnerên rêxistinên ekolojiyê û olî ku serdana çalakiya konê ya li dijî projeya JES'ê ya li Gimgimê kirin, diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Gimgimê ya li dijî wêrankirina xwezayê.
 
* Nûnerê Îzmîrê yê Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet Hasan Koroglû, diyar kir ku mamosteyên ku ji ber mexdûrbûna pêvajoya mulaqatê neçar mane ku di sektora taybet de bixebitin, rastî binpêkirinên girîng ên mafan tên.
 
* Daxwaza refeqetvaniyê ya ji bo girtiyên ku piştî greva birçîbûnê li Girtîgeha Doşemealti ya Antalyayê renduristiya wan xirab bû hat redkirin. Parêzer Ulkucan Kaplanê diyar kir ku muayeneyên kelepçekirî û derengketina veguhestina girtiyan dermankirina wan dijwartir kiriye.
 
* Parêzer û rêveberê TUHAY-DER'ê Ahmet Taş  diyar kir ku dayîna "mafê hêviyê" ji Abdullah Ocalan re ne meseleya mafên takekesî ye û got: "Ev gav ji bo dilsoziya serdestiya hiqûqê, îradeya aştiyê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê girîng in."
 
* Konferansa “Di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” dê li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya navçeya Bakirkoya Stenbolê îro dest pê bike. (10:00-17:00) (ZINDÎ)
 
* Dê 2’yemîn Mihrîcana Keda Jinan a Hilberî di roja duyemîn de berdewam bike. (11.00-17.00)
 
* Li Amed, Îzmîr û li Êlihê dê çalakaiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bê darizandin” berdewam bike. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê ji bo pirsa aqûbeta windakiriyan û darizandina berpirsan dê çalakiya xwe ya heftaneya ya 1107’emîn li Qada Galatasaray a li Beyoglu li dar bixin. (12.00)
 
* Li Enqere û li Stenbolê têkildarî girtiyên nexweş dê daxuyanî bê dayîn. (13.00)