Der barê gardiyanên ku îşkence li girtî kirin de biryara neşopandinê

Parve bike:

AMED - Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, der barê gardiyanên ku li girtîgehê îşkence li Omer Cuma Salih kirin de biryara neşopandinê da.

 
Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, der barê îşkenceya ku di 7'ê Tîrmeha 2025'an de li Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê gardiyanan li girtî Omer Cuma Salih ê ji Minbic a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin de, biryara neşopandinê da.
 
Bi îdiaya ku li qawîşê pisûleyek heye gardiyanan avêt ser qawîşan. Tevî di dîmenên ku di dema avêtina ser qawîşan de hatine girtin û tespîta pêzaniyê jî, di lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn. 
 
ÇI QEWIMÎBÛ?
 
Elazığ 2 No'lu Cezaevi'nde 7 Temmuz 2025’te gerçekleştirilen arama sırasında Kuzey Doğu Suriye'nin Minbic kentinden olan tutsak Omer Cuma Salıh'a gardiyanlar tarafından yapılan işkencenin görüntüleri ortaya çıktı. Koğuşta, bir pusula olduğu iddiasıyla gardiyanların yaptığı arama sırasında çektiği anlaşılan 14 dakika 6 saniyelik görüntülerde, koğuşa giren başgardiyanın "Ben bulduğumda (pusulayı), sen burayı bir ay toplayamazsın ve sizi lağvederim buradan" şeklinde tehditleri duyuluyor.
 
Dîmenên îşkenceya li girtî Omer Cuma Salih ê ji Minbic a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê gardiyanan ve, derket holê. Di destpêka dîmenan de li ser çavê Salih dewsa tu derban xuya nake, lê di dawiya dîmenan de ser çavê wî werimiye û êor bûye. Di dîmenan de tê xuyakirin ku dema ji qawîşê dertên serdadiyan li sînga Salih dixe. Di wê kêliyê de kesê ku dîmenan digire berê kamerayê dide aliyekî din. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, dîmenên têkildarî bûyerê xwestin û di 28'ê Tîrmeha heman salê de rapora pêzaniyê hat amadkirin. Di raporê de hat ragihandin ku tahde li Salih hatiye kirin. Lê belê Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, îdia kir ku îşkence nehatiye kirin. 
 
Rêveberiya girtîgehê di Îlona 2025'an de der barê gumanbaran de biryara lêpirsîna dîsîplînê girt. Her wiha serlêdana Salih a di 31'ê Tîrmeha 2025'an a li dozgeriyê jî bê encam ma. 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel