Piştî greva birçîbûnê daxwaza girtiyan tê redkirin

Parve bike:

ANTALYA - Daxwaza refeqetvaniyê ya ji bo girtiyên ku piştî greva birçîbûnê li Girtîgeha Doşemealti ya Antalyayê renduristiya wan xirab bû hat redkirin. Parêzer Ulkucan Kaplanê diyar kir ku muayeneyên kelepçekirî û derengketina veguhestina girtiyan dermankirina wan dijwartir kiriye.

 
Girtiyên bi navê Tahsin Sagaltici, Gurkan Turkoglû û Huseyîn Ozen ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê ji bo sewqî girtîgeheke din bên kirin bi mehan greva xwe ya birçîbûnê domandin. Turkoglû ku 268 rojan di greva birçîbûnê de ma, di 10'ê Nîsanê de ligel girtiyên din ji ber xirabûna tenduristiya wî ew birin Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê. Bi zorê hat dermankirin û di 20'ê Nîsanê de ew xistin beşa lênêrîna giran.
 
Parêzer Ulkucan Kaplanê rewşa girtiyan nirxand.
 
Ulkucan Kaplanê diyar kir ku Sagaltici û Ozen piştî ku ji bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Antalyayê hatin veguhestin, greva birçîbûnê bi dawî kirin, lê pêvajoya wan a başbûnê di şert û mercên girtîgehê de berdewam dike. Ulkucan Kaplanê got ku her du girtî ji ber windabûna giran a masûlkeyan di peydakirina hewcedariyên xwe yên rojane de zehmetiyan dikişînin û daxwazên wan a ji bo refeqetvaniyê hatine redkirin. Ulkucan Kaplanê anî ziman ku tevgera Sagaltici û Ozen kêm bûye, Sagaltici kursiya biteker bi kar tîne û Ozen jî lingên wî werimîne, iltîhab girtine. Ulkucan Kaplanê rave kir ku derengketina veguhestinên nexweşxaneyê û bikaranîna kelepçeyan di dema muayeneyan de pêvajoya dermankirina wan giran dike.
 
Ulkucan Kaplanê got: "Di vê rewşê de, her du girtî jî ji bo pêdiviyên xwe yên rojane hewceyê refeqetvanan in. Ji 30'yê Nîsanê vir ve, her du girtî nikarin karên rojane yên wekî çêkirina xwarinê, çêkirina çayê û paqijkirinê bikin. Ev yek pêvajoya başbûna wan asteng dike. Ji bo ku zirara mayînde çênebe, ew hewceyê lênêrînek çêtir in, lê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ev yek paşguh kiriye û daxwazên wan red kiriye. Her du girtî jî hewl didin ku karên xwe yên rojane bi qasî ku dikarin bikin, lê her kêliyê ku radiwestin di laşê xwe de, nemaze di lingên xwe de, êşeke giran dikişînin. Wekî din, ji ber rêveberiya girtîgehê, veguhastina wan bo nexweşxaneyan pir dereng dikeve. Testên pêwîst di şert û mercên girtîgehê de nayên kirin. Girtiyên ku tên veguhastin bo nexweşxaneyê neçar in ku bi awayekî kelepçekirî bên muayenekirin. Ev yek, rê li ber wergirtina lênêrîna rast digire. Daxwaza wan a sereke niha pêkanîna bilez a daxwaza wan a ji bo refetqevaniyê ye. Ev ji bo tenduristiya mayînde ya her du girtiyan pir girîng e. Ev daxwazek e ku divê bi lez were bicîhanîn da ku ew rastî pirsgirêkan neyên."
 
Ulkucan Kaplanê diyar kir ku pêvajoya lênêrîna giran a Gurkan Turkoglû berdewam dike û got ku ji 11'ê Hezîranê ve rewşa entubeyê bi dawî bûye û başbûneke qismî di tenduristiya wî de hatiye dîtin, lê dermankirina wî berdewam dike. Ulkucan Kaplanê destnîşan kir ku divê daxwaza girtiyan a ji bo refeqetvaniyê bi lezgînî were bicîhanîn û bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas bin.
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen