CENTCOM: Dronên Îranê yên li Hurmuzê êrişî keştiyan dikir hatin xistin
- Rojhilata Navîn
- |
- 13 Hezîran 2026 11:05
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - CENTCOM'ê ragihand ku hêzên wan li Tengava Hurmuzê dronên Îranê xistine xwarê.
Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan dronên Îranê li ser Tengava Hurmuzê xistine xwarê û da zanîn ku dronên hatine xistin keştiyên ticarî li tengavê dikir hedef.
CENTCOM’ê li ser hesabê xwe yê medya dijîltl ev daxuyanî da: “Îran, ji bo êrişa keştiyên ticarî gelek dron rakirine. Trafîka di tengavê de bê asteng berdewam dike, hêzên DYA’yê di saetên dawî de hemû dron xistin.”
CENTCOM’ê ragihand ku tengava ticarî ya navneteweyî ji trafikê re vekiriye.