Ji welatiyan der barê pêvajoyê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe dê pêş ve neçe

Parve bike:

WAN - Welatiyên li Wanê ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin, gotin: "Sermuzakerevanê pêvakoyê Abdullah Ocalan, di girtîgehê de ye. Pêvajo  bi vî rengî nameşe."

 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de dest pê kir, ji hêla hemû beşên civakê ve hîn jî tê nîqaşkirin. Di demeke wiha de ku gelê Kurd, saziyên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl destnîşan dikin ku gava yekem û herî bingehîn ji bo pêşvebirina aştiya civakî û pêvajoya çareseriyê ewlekirina statuya qanûnî û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e, dewlet di vî warî de bêdeng dimîne.    
 
Welatiyên ku em li Wanê bi wan re axivîn, li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser "mafê hêviyê" daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Welatiyan got: "Dewlet Bahçelî li Meclisê ye û sermuzakerevanê pêvajoyê Abdullah Ocalan, di girtîgehê de ye. Pêvajo nikare bi vî rengî bimeşe. Heta ku Rêberê me azad nebe, em ê baweriya xwe bi pêvajoyê neynin."