12 sal cezayê hefsê li faîlê tecawizê hat birîn

Parve bike:

ŞIRNEX - Dadgehê li Yusuf Acar ê ku tecawizî 12 zarokan kiribû, 24 sal û 9 meh ceza birî.

 
Danişîna doza faîl Yusuf Acar ê ku di sala 2025’an de li Şirnexê ji ber tecawizî 4 zarokan kiribû hatibû girtin û di pêvajoya darizandinê de derketibû holê ku tecawizî 12 zarokan kiriye. 6’emîn danişîna dozê li Dadgeha 3’yemîn a Cezayê Giran hat lidarxistin, faîl Yusuf Acar ê girtî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Danişîn ji aliyê rêvebirên Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Bêrîvan Kutlu ve hat şopandin. 
 
Danişîna ku piştî tespîta nasnameyê hat destpêkirin, şandeya dadgehê 24 sal û 9 meh cezayê hefsê li faîl Yusuf Acar birî.