Mezlûm Ebdî li Ewropayê dê hevdîtinan bike

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî ji bo hin rêzehevdîtinan çû Ewropayê.

 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo hin hevdîtinên fermî li welatên Ewropayê pêk bîne, çû Ewropayê. 
 
Agahiyên berfireh derbarê çûna Ebdî ya Ewropayê de nehatin bidestxistin.
 
Ebdî duh li Hewlêrê li gel Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi Tom Barrack re civiyabû.
 
Hat zanîn ku Ebdî ji Hêwlêrê derbasî Ewropayê bûye. Li gorî agahiyan dê Ebdî piştî hevdîtinên li Îtalyayê derbasî Fransayê bibe.