Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
- Rojane
- |
- 17 Hezîran 2026 15:36
- |
AGIRÎ - Sema Yuce ya ku li dijî zext û tundiyên li ser gelê Kurd li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe dabû ber agir, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Diş pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştrevanî, Çand û Yekîtiya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine re (MEBYA-DER), li gundê Qerxelixa Jêrê yê navçeya Dutaxa Agiriyê di 17’emîn salvegera şehadetê de Sema Yuce hat bibîranîn. Endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên saziyên demokratîk ên sivîl û welatî beşdarî bîranînê bûn.
Girse li ser gora Sema Yûcelê ya ku gotibû “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum” û bedena xwe dabû ber agir deqeyek rêz girt û soza xwedîderketina mîrateya wê dan. Dû re beşdaran qûrnefîl danîn li ser gora Sema Yuceyê.
Bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.