Birayê Murat Karayilan, Mehmet Emîn Karayilan jiyana xwe ji dest da

Parve bike:

RIHA - Birayê mezin ê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan Mehmet Emîn Karayilan, jiyana xwe ji dest da.

 
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, birayê mezin ê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (HSM) Murat Karayilan Mehmet Emîn Karayilan (74) 16’ê Hezîranê roja sêşemê ji bo tedawiya keça xwe çû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ersîn Arslan a Dîlokê û li wir krîza dil derbas kir.
 
Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan rakirin morga Goristana Yeşîlkent a Dîlokê.
 
Cenaze dê roja pêncşemê ji morgê were wergirtin û li goristana Taxa Sakiltan a navçeya Bêrecûk a Rihayê were veşartin.