ŞIRNEX - Welatiyên Deştadarê daxwaz kirin ku dewlet ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriyeke demokratîk gavan bavêje û banga beşdarbûna "Mîtînga Azadiyê" ya ku dê di 28'ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin kirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civînên xwe yên giştî bi dırüşmeya "Em Gotina Aştiyê Bi Gel Re Ava Dikin" li Şirnexê bi beşdariyeke zêde didomîne. Di van civînan de, qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê şîrovekirin û pêşniyazên gel tên guhdarîkirin. Jinên ku beşdarî civîna li gundê Deştadarê yê navçeya Hezex a Şirnexê bûn, daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serbestberdana girtiyên ji girtîgehan û gavên ber bi çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd kirin.
Jinan her wiha banga beşdarbûna "Mîtînga Azadiyê" ya ku dê di 28'ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin kirin.
Hamdiye Akmanê diyar kir ku divê dewlet ji bo pêşvebirina pêvajoyê berpirsiyariyê bigire ser xwe û got: "Aliyê Kurd erkê xwe kiriye; niha divê dewlet jî gavekê bavêje. Ev pêvajo di berjewendiya her kesî de ye. Em dixwazin pêşî li mirinên din û atmosfereke şer bigirin. Em ji rêberê xwe bawer dikin. Abdullah Ocalan divê di nav gelê xwe de be. Em bawer nakin ku bêyî azadiya Rêber Apo aştiyeke rastîn pêk were. Azadiya gelê Kurd û azadiya rêberê wan ji hev nayên cudakirin. Ji ber vê yekê, em ê di 28'ê Hezîranê de li Amedê bin. Pêwîst e her kes beşdarî vê mîtîngê bibe û daxwaza aştiyê bilind bike."
'DIVÊ DEWLET GAVAN BAVÊJE'
Fatma Îlçinê anî ziman ku divê mafên bingehîn ên Kurdan werin naskirin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were misogerkirin û gavên berbiçav ji bo çareseriyeke demokratîk werin avêtin û got: "Divê Kurd jî, mîna hemû gelên cîhanê, xwedî mafên xwe bin. Hemû rêber di nav gelê xwe de ne; em dixwazin Serokê xwe li cem xwe bibînin. Bila zarokên me nemirin, bila hêsirên dayikan rawestin. Em tenê aştiyê dixwazin. Em amade ne ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê rola xwe bilîzin û wekî dayik, em amade ne ku ji bo aştiyê bitêkoşin."
Fatma Akmanê xwest ku êş bi dawî bibe û çareseriyeke demokratîk pêş bikeve û got: "Gelê Kurd bi salan e bedelên giran daye û êşên mezin kişandiye. Gelek ji destkeftiyên ku îro me bi têkoşînê bi dest xistine. Em dixwazin ku ev êş bi dawî bibe û gelê me bigihêje mafên xwe. Ji bo ku aştî mayînde bibe û çareseriyeke demokratîk pêş bikeve, divê Meclıs berpirsiyariyê bigire ser xwe."
Hatun Balicayê bal kişand ser êşa dayikan û got: "Me her tim aştî xwestiye. Em dixwazin Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî azad bibin. Ji bo me zehmet e ku em êşa ku me kişandiye vebêjin. Zarokên me ji bo mafên gelê Kurd têkoşiyan. Hin ji me tenê hestiyên zarokên me mane û hin ji me jî nekarîn hestiyên wan bibînin. Me bi salan bedelên giran daye. Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Divê mafên gelê Kurd werin naskirin û divê dewlet gavên pêwîst bavêje. Divê hemû dayik ji bo aştiyê werin cem hev û dengê xwe bilind bikin."