COLEMÊRG - Ji OHD'ê Metîn Adiyaman diyar kir ku pêkanîna "mafê hêviyê" ku DMME'yê da Abdullah Ocalan bi tena serê xwe têr nake û got: "Ne tenê 'mafê hêviyê', di heman demê de diyarkirina statuya wî ya qanûnî jî pêwîst e."
12 sal derbas bûn di ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014'an de ku biryra dabû "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê binpêkirin. Lêbelê, Tirkiyeyê hîn gavên berbiçav neavêtine.
Endamê Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Metin Adiyaman, li ser mafê hêviyê û statuya hiqûqî ya Abdullah Ocalan axivî.
Adıyaman diyar kir ku "mafê hêviyê" ne tenê daxwazek civakî ye, di heman demê de mecbûriyeteke hiqûqî ye ku Tirkiye divê bicîh bîne û got ku divê dewlet hem di warê biryarên DMME'yê de û hem jî di warê pêvajoya berdewam de gavên berbiçav bavêje. Adiyaman got: "DMME'yê biryar da ku kesên ku cezayê hepsa heta hetayê lê hatiye birîn divê hêviya wan hebe ku piştî demeke diyarkirî werin berdan. 'Mafê hêviyê' afirandina mekanîzmayan e ku destûrê bidin kesekî ku di girtîgehê de ye ku cezayê wî hepsa heta hetayê ye, piştî demeke diyarkirî û di qonaxên diyarkirî de were berdan. DMME'yê bang li gelek welatan, di nav de Tirkiyeyê jî, kiriye ku di vî warî de rêziknameyên hiqûqî çêbikin."
Adiyaman got: "Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dem dabû Tirkiyeyê ku sereratkirinên pêwîst bike. Lêbelê, îro hîn jî der barê mafê hêviyê de tu sererastkirin tune ne. Ji ber vê yekê, ev pirsgirêk hîn jî berpirsiyariyeke qanûnî ye ku divê Tirkiye çareser bike. Gelek girtî, tevî Abdullah Ocalan, rastî van pêkanînan hatine. Di demên berê de, me dît ku şert û mercên tecrîdê bi cezayên dîsîplînî û lêpirsînên ku hincetên wan nehatine ravekirin xirabtir bûne."
'DIVÊ STATUYA QANÛNÎ YA OCALAN BÊ DIYARKIRIN'
Adiyaman destnîşan kir ku mijara ku di vê qonaxê de were nîqaşkirin ne tenê mafê hêviyê ye, di heman demê de statu û pozîsyona qanûnî ya Abdullah Ocalan di nav pêvajoyê de ye jî û got: "Di nîqaşên li ser civakeke demokratîk û aştiyê de, rasterast bang li birêz Abdullah Ocalan tê kirin. Bang û daxuyaniyên ku tên kirin, gelek beşên civakî û siyasî eleqedar dikin. Ji ber vê yekê, ne tenê mafê hêviyê, di heman demê de divê statuya wî ya qanûnî jî were destnîşankirin."
Adiyaman wiha berdewam kir: "Em dibînin ku pêkanînên li Colemêrgê bi vê yekê re nakok in. Em dibînin ku polîtîkayên ewlehiyê li herêmê berdewam dikin, bi kontrolên li deriyên gundan, herêmên ewlehiyê yên taybet û pêkanînên berdewam li deverên gundan. Jiholêrakirina rêveberiya şaredariyê ya hilbijartî bi zimanê demokratîkbûnê re nakok e û pêkanînên ewlehiyê divê werin kêmkirin da ku civak xwe rihettir û ewletir hîs bike. Di heman demê de, wekî nîşaneke niyeta baş, divê qeyûm ji şaredariyan werin vekişandin. Ev bendewariya bingehîn a civaka li Colemêrgê ye û divê nîqaşên li ser çareserî û aştiyê bi gavên berbiçav werin piştgirîkirin."