‘Fatûre li mamosteyan tê birîn'

Parve bike:

EDENE - Zêdetirî 700 hezar mamosteyên ku nehatine tayinkirin û 250 hezar perwerdekarên mexdûrê mulaqatê û di sektora taybet de dixebitin, kedxwarıya heyi wekî "feodalîzma modern" bi nav kirin.

 
Pergala perwerdehiyê li Tirkiyeyê bi krîzeke kûr a avanîsaziyê re rû bi rû ye. Di navenda vê krîzê de mamosteyên ku nayên tayînkirin hene. Li gorî encamên heyî yên nûnerên Egîtîm Sen û Turk Egîtîm Sen, hejmara mamosteyên ku li benda tayînkirinê ne ji 500 hezarî heta 700 hezarî diguhere.
 
Li şûna ku valahiya kadroyê bigire, Wezareta Perwerdehiyê bi girtina zêdetirî 86 hezar "mamosteyên bimeaş" ên ku bi mûçeyên saetî yên kêmtir ji mûçeya herî kêm dixebitin, serî li çareseriyên demkî dide.
 
Yaren Akdoğan, mamosteya pispor û endama Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet, li hember binpêkirinên mafan û şert û mercên dijwar bertek nîşan da. 
 
Yaren Akdogan rewşa heyî ya sektora perwerdehiyê wekî "feodalîzma modern" bi nav kir û bang li Wezîra Perwerdehiyê û hevkarên wê kir. Wê diyar kir ku her çend ji derve hînkirin pîroz xuya bike jî, li pişt perdê şert û mercên îstismarkirinê yên giran dihewîne û mamoste dema ku nifşên ciwan ji bo pêşerojê amade dikin, şerekî psîkolojîk ê girîng dimeşînin. Yaren Akdogan bal kişand ser çewisandina li cihê kar û barên neheq ên kar û rewşê bi van gotinan kurteber kir: "Tişt wekî ku xuya dike nîne. Bê guman, di şert û mercên dijwar de bi saetan xebitîn da ku ji bo nifşên ciwan ên me bibin modelek û pêşeroja wan ava bikin tiştek e; lê dû re çewisandina li cihê kar, pirsgirêkên mûçeyan hene... Em dikarin wê wekî mûçeyeke kêm, pir zêde kar bifikirin. Bi kurtasî, ez dikarim bibêjim ku ew mînakeke feodalîzma modern e."
 
Yaren Akdoganê destnîşan kir ku mamoste yek ji wan koman e ku bedela herî giran a krîza aborî didin û diyar kir ku ew nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bicîh bînin. Wê got ku prestîja pîşeya mamostetiyê zirar dîtiye û ew hema hema wekî "koleyên kirî" tên dîtin. 
 
'NETIRSIN'
 
Yaren Akdoganê diyar kir ku wan li hember bandorên neyînî yên jiyana di hawîrdoreke bêewle û neadil a psîkolojîk de li ber xwe dane û got ku malbat û xwendekarên wê di vê pêvajoya dijwar de çavkaniyên herî mezin ên motîvasyonê bûne. Yaren Akdoganê got: "Malbata min piştgiriyê dide min, vê pêvajoyê me hîn bêtir nêzîkî hev kiriye. Jiyana di hawîrdoreke bêewle û neadil a psîkolojîk de dikare bandorên neyînî hebin. Lê ez xwe dispêrim xwendekarên xwe, ez xwe dispêrim pêşeroja wan, ez xwe dispêrim evîna wan. 'Netirsin, ji bo mafên xwe  bitêkoşin! Netirsin da ku hûn ji bo nifşên pêşerojê bibin mînak.'"
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen