MERSÎN - Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye û Akademîsyena Aştiyê Dr. Zelîha Burcu Acar, destnîşan kir ku di civakkîrina aştiyê de rola jinan girîng e û got: “Heta qanûn neyê guhertin hûn nikarin tiştekî çareser bikin.”
Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, tê payîn ku hikumet qanûnan verast bike, jin jî ji bo aştiyê civakkî bikin dengê xwe bilind dikin. Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye bi jinan re kom bû û ji bo civakîkirina daxwazên jinan têdikoşe. Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye û Akademîsyena Aştiyê Dr. Zelîha Burcu Acar pêvajo nirxand û bal kişand ser gavên pêwîst ên ji bo aştiya mayinde.
Zelîha Burcu Acarê anî ziman ku aştî tenê ne li ser maseyê divê di nava hemû pêkhateyên civakî pêk were û diyar kir ku jin tevî êşên bi salan ji bo aştiyê xwedî fikir û pratîk in û got: “Ger îradeyek ji bo çareseriya pirsgirêka dîrokî hebe divê gavên pêwîst jî werin avêtin. Bawerî tenê bi pratîkên jidil çêdibe.”
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIBIRYARDARÎ BIDOMÎNIN’
Zelîha Burcu Acarê bal kişand ser pirsgirêka Kurd û wiha pê de çû: “Ji bo civakkîkirina aştiyê divê em qada xwe fireh bikin û xebatek di ser siyasetê re bikin. Tevlibûna jinan a ji bo vê pêvajoyê û ji bo aştiyek mayinde girîng e. Ji bo aştiyek mayinde verastkirinek berfireh ên destûra bingehîn û hiqûqî pêwîst e. Tecrubeyên berê nîşanî me dan ku newekheviya zayendî çiqasî bi qanûnan ve têkildar e. Dibe ku verastkirina qanûnê pirsigrêkê çareser neke lêbelê heta qanûn neyê guhertin hûn nikarin tiştekî çareser bikin. Ji bo vê yekê em ê hem ji bo reformên qanûnî û hem ji bo veguhertina qanûnî têkoşîna xwe bibiryardarî bidomînin.”
MA / Mehmet Guleş