Qedexeya derketina derveyî welat a 19 rojnamevanan nehat rakirin

Parve bike:

AMED - Li Amedê di çarçoveya lêpirsînê de 19 rojnamevanên ku der heqê wan de biryara qedexeya derveyî welat hebû, nehat rakirin.

 
Danişîna 11’emîn a doza ku tê de 19 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê yên Kurd bi xebatên xwe yên pîşeyî û bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo rakirina şertên kontrola edlî red kir û dosya ji bo amadekirina mutalaaya dawî şand ji dozger re.
 
Di danişîna 11’emîn de, parêzerê rojnamevanan Resul Temur û rojnamevan Elîf Ungur beşdar bûn. Her wiha nûnerên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî ji bo piştgiriyê şopandina danişînê kirin.
 
Şandeya dadgehê piştî guhdarîkirina parastinan, daxwaza rakirina kontrola edlî red kir û biryar da ku qedexeya derketina derve ya li ser rojnamevanan berdewam bike. 
 
Danişîna 12’yemîn a dozê taloqî 10’ê Mijdarê hat kirin.