Rewşa girtiyê astengdar xirab dibe: Divê demildest bê dermankirin

Parve bike:

WAN - Birayê girtiyê nexweş Burhan Adsiz ê ji sedî 95 astengdar e û tevî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" jî nayê berdan, got: "Rewşa birayê min her diçe xirabtir dibe, ji bo bê dermankirin divê demildest bê berdan."

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), hezar û 412 girtiyên nexweş ku 335 ji wan giran in, li girtîgehan tên girtin. Yek ji van girtiyan, Burhan Adsiz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Wanê tê girtin. Adsiz ku sîroz pê re heye, di sala 2015'an de bi tohmeta "alîkariya rêxistinê" hat girtin. Dema ku di bin çavdêriya dadgehê de bû, di 17'ê Kanûna heman salê de ew birin Navenda Bijîşkî ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, li wir Lijneya Tenduristiyê raporek dayê ku tê de got "ew nikare di girtîgehê de bimîne". Her çend piştî vê raporê di destpêkê de hat berdan jî, Adsiz piştî ku cezayê wî hat erêkirin, di sala 2023'yan de dîsa hat girtin. 
 
Piştî biryarek (Hejmar 5863) ku Serokatiya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê di 15'ê Nîsanê de ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê re şand, raporek hat dayîn ku tê de hatiye gotin ku ew "dikare di girtîgehê de bimîne". Adsiz ku ji sedî 95 astengdar e û piştî ku rapor hat dayîn dîsa hat girtin, ji sala 2023'yan vir ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Wanê tê girtin.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît der barê rewşa Adsiz de serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê da.
 
Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku tenduristiya Burhan Adsiz di şert û mercên girtîgehê de roj bi roj xirabtir dibe û hat destnîşankirin ku tevî rapora nexweşxaneyê ku herî kêm sê mehan carekê kontrolên bijîşkî ferz dike jî, çar meh in ew neçûye nexweşxaneyê. Di daxwaznameyê de ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan hat xwestin ku bi lezgînî vê mijarê lêkolîn bike.
 
Birayê Adsiz, Reşat Adsiz, berteka xwe ya li hember vê rewşê anî ziman û diyar kir ku birayê wî yê mezin êdî nikare di girtîgehê de bimîne.
 
Reşat Adsiz, birayê Burhan Adsiz, diyar kir ku Lijneya Tenduristiyê ya Tiba Edlî ya Stenbolê berê raporek derxistibû û diyar kiribû ku birayê wî "nikare di girtîgehê de bimîne" û wiha domand: "Piştî ku ev rapor hat dayîn, birayê min hat berdan. Piştî serbestberdanê, min ew bir Amedê, li wir dermankirina xwe domand û baş bû. Bijîşk jî diyar kir ku ne mimkûn e ku ew di girtîgehê de bimîne. Berê di girtîgehê de xwîn rijiyabû ser mîdeya birayê min û nêzîkî 10 rojan di beşa lênêrîna giran de mabû; di wê demê de, nêzîkî 8 kîlo şilek ji laşê wî hat derxistin. Piştî ku ji beşa lênêrîna giran derket, ew dîsa birin girtîgehê."
 
'BILA BÊ BERDAN'
 
Adsiz da zanîn ku Saziya Tiba Edlî (ATK), piştî ku du meh berê rewş ji nû ve nirxand, tevî hemû belgeyan, deh roj berê careke din biryara redkirinê da. Adsiz ku serî li rêyên qanûnî da, got: "Rewşa birayê min bi rastî gelek xirab e; ya ku em dixwazin tenê ew e ku ew demildest were berdan û li derve bê dermankirin. Li Tirkiyeyê pêvajoyek heye û di çarçoveya vê pêvajoyê de divê hemû girtiyên siyasî werin berdan."
 
MA / Lutfî Pala