STENBOL - Serokê Giştî yê EHP’ê, destnîşan kir ku divê ji bo pêvajoyê gavên şênber bên avêtin û mercên Abdullah Ocalan bê başkirin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, berdewam dike. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha gelek gavên şênber hatin avêtin. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji hikumet û dewletê derxistina qanûn û gavên şênber tên payîn. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk anî ziman ku divê gavên şênber bên avêtn.
Ozturk diyar kir ku ew wek EHP bi “erênî” nêzî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dibin û divê rapora hevpar a Komîsyona Meclisê esas were girtin. Ozturk destnîşan kir ku divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropyaê (AÎHM) bê sepandin. Ozturk qeyûmên li ser şaredariyên DEM Partî û CHP’ê jî bi bîr xist û ev tişt got: “Ger em ê rûpelek nû vekin, ger gavên nû bên avêtin divê hiqûqek vê yekê hebe. Lewre pêvajoya veguhêz, meşa ji bo nûbûnê hiqûqê hewce dike. Herwiha div3e ev qanûn bên sepandin. Li gorî nêrîna me, divê parlamento bi rola xwe rabe. Dewlet Bahçelî gelek caran derket û têkildarî pêvajoyê peyam ji Abdullah Ocalan re şand. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê mercên Abdullah Ocalan bê guhertin.”
JI BO ÇU ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD GIRÎNG E?
Ozturk anî ziman ku Tikriye dixwaze aboriya xwe xurt bike û li herêmê bibe xwedî hêz û ji bo bê yekê jî divê Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike û wiha pê de çû: “Di vî warî de em dikarin li Îrlandayê, li Îspanyayê û li Baskê binêrin. Dînamîka gelê Kurt ji van gelek mezintir e û ji ber vê her cara ku nayê çareserkirin rageşiya wê jî mezin e. Mesele tenê di nava sînorê Tirkiyeyê eleqedar nake. Divê Tirkiye ji bo vê hiqûqek ava bike. Divê edalet, wekheviya hemwelatîbûnê hebe, ger Tirkiye vê çareser bike, dê ji bo welatên derdorê jî bibe mînak. Di demên berê de jî gelek caran pêvajoya aştiyê hat destpêkirin. Di van hemûyan de hem Ocalan û hem PKK bi erênî nêz bû. Tevgera Kurd, dixwaze têkoşîna xwe di rêyên demokratîk de berdewam bike. Yê ku pêvajoyê pêşve dibe Ocalan e, daxujyaniyên Ocalan e. Ji bo vê divê mercên wî bên guhertin û statuya wî li gorî hiqûqê be.”
MA / Hêlîn Ozgun