Rejîma Îranê li Rojhilat şivanek qetil kir û dest danî ser pezên wî

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Pasdarên Îranê li Sîdekanê şivanek qetil kir û dest danî ser pezên wî.

 
Rêveberê îdareya serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand ku şivanek li devera Sîdekan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.
 
Helgurd Şêx Necîd diyar kir ku ciwanek bi navê wî Rêbaz Silêman Herkî dema li sînorê bajarokê Sîdekanê şivandiyê dikir, ji aliyê Artêşa Pasdarên Îranê ve hate gulebaran kirin û jiyanê xwe ji dest da.
 
Navçeyên sînorî yên di navbera Herêma Federe ya Kurdistanê û Îranê de, bi taybetî li sînorê bajarokê Sîdekan û Balekayetiyê, berdewam wek navçeyên metirsîdar ji bo niştecih û kolberên navçeyê tê dîtin. Jiyana gundiyan, koçer û şivanên li van navçeyan ketiye bin metirsiyek berdewam a hêzên çekdar ên Îranê de.