Artêşa Maliyê: Di pevçûnên Anefîsê de 30 leşker mirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Maliyê, daxuyand ku di pevçûnên li bajaroka Anefîsê de nêzî 30 leşker mirine. 
 
Artêşa Maliyê, di pevçûnên li bajaroka Anefîsê ya girêdayî herêma Kîdalê de 30 leşker mirine. Di demên dawî de Eniya Rizgariya Azavadê (FLA) ya li Azavadê daxwaza xweseriyê dike û Cemaet Nusret el Îslam vel Muslimîn (JNIM) a girêdayî El Qaîdeyê êrişan dikin. 
 
ARTÊŞ: DORPÊÇKIRIN HATIYE ŞIKANDIN
 
Serfermandarê Maliyê Oumar Dîarra, ragihand ku dorpêça li Anefîsê hatiye şikandin. Dîarra derpêş kir ku di operasyonan de 12 wesayîtên çekdar hatine îmhakirin û nêzî 100 kesên çekdar hatine kuştin. 
 
FLA: EM LI GOR TAKTÎKÊ VEKIŞIYAN
 
FLA'yê jî daxuyand ku piştî pevçûnan, ji bo ji nû ve hêzên xwe bi cih bikin ji Anefîsê vekişiyane. FLA'yê daxuyand ku di pevçûnan de 5 şervanên wê mirine û ji artêşa Maliyê û hêzên Afrîca Corps ên Rûsya piştgiriya wan dike gele kes mirine.