ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Parve bike:
 
* Li Deştadarê, li ser daxwaza hevpar a jinan Navenda Pişgiriya Jinan a Jinkomê û pirtûkxaneyek tên damezirandin. Ev navend dê di gelek waran de xizmetê ji jinan re bike.
 
* Lîstikvanên ku hewl didin bi şanoyê polîtîkayên bişaftinê yên li ser Kurdî têbikoşin, diyar kirin ku ew ê xebatên şanoya Kurdî xurt bikin û bidomînin.
 
* Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, dê bi sernavê “Bi Dîplomasiya Neteweya Demokratîk Ber bi Enternasyonalîzmê ve” komxebatekê li dar bixe. Endamê Meclisê Rêzan Kaganarslan diyar kir ku di encama komxebatê de dê “Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê” were avakirin.
 
* Mehmet Emîn Aslan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hat tehliyekirin, diyar kir ku dê teqez Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serkeve û got: “Em xwe nû bikin em ê bi serkevin.”
 
* Li Gimgimê nobeda ku li dijî projeya JES’ê hatî destpêkirin dê di roja 74’an de berdewam bike. (12.00 - 21.00)