Parêzer Bek: Divê Guler ê DAIŞ’î di dosyaya Kadrî Bagdu de ji nû ve bê lêpirsînkirin

Parve bike:

EDENE - Parêzerê malbata xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu, Tugay Bek diyar kir ku ji bo Talîp Guler ê DAIŞ’î ji nû ve bê lêpirsînkirin dê serî li dozgeriyê bidin û ev dosya divê wek “bûyerek edlî” neyê nirxandin. 

 
Dosyaya xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku di 14’ê Cotmeha 2014’an de hat qetilkirin, di Hezîrana 2015’an de dewrî burya “kiryar nediyar” hat kirin. Ji roja qetilkirinê heta niha di dosyayê de tu geşedanek çênebûye û lêpirsîneke xurt nehatî kirin, herwiha rexmê îfadeyên bersûcên cînayetê Taner Guler û Servet Koç tu pêşketinek çênebûye. Di rojên borî de, piştî ku hat ragihandin MÎT’ê Talîp Guler ê DAIŞ’î ji Sûriyeyê aniye Tirkiyeyê, qetilkirina Bagdu carekê din bû rojev
 
Guler ê ku beriya Bagdu bê qetilkirin di nava faîlan de bû û piştî ku anîn Tirkiyeyê parêzerê malbata Bagdu Tugay Guler diyar diyar kir ku dê ji bo Guler ji nû ve bê lêpirsînkirin dê serî li dozgeriyê bidin. 
 
 
‘DIVÊ WEK BÛYEREKE EDLÎ NEYÊ NIRXANDIN’
 
Bek nerazîbûn nîşan da ku rayedaran di dema agahdarkirina anîna Guler parvekirî, ew wek bersûcê qetilkrina Bagdu nîşan neda û bibîr xist ku wê demê tevî Bagdu li Edeneyê 3 kes ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin. Bek diyar kir ku ji destpêkê ve tê xwestin ku serê cînayeta Bagdu bê niximandin û ev tişt got: “Cînayeta Kadrî Bagdu di nava dosyayên kiryar nediyar de hat hiştiln. Tevî ku gelek caran daxwaz kir ku ev cînayet ji aliyê rêxistina DAIŞ’ê ve hatî kirin û divê çarçoveya lêpirsînê li gorî vê bê kirin, dozgerî û emniyetê ev bûyer wek ‘cînayeta edlî’ nirxandin. Di çarçoveya sûcên terorê de lêpirsînek nehat kirin.”
 
‘DIVÊ ÎTÎRAFAN ESAS BIGIRIN’
 
Bek, bal kişand ser rola Guler ê ku MÎT’ê ew ji Sûriyeyê aniye Tirkiyeyê û bibîr xist ku Guler beriya cînayetê çûye emniyetê û Bagdu wek hedef nîşan daye û wiha pê de çû: “Talîp Guler bi xwe serlêdana gilî kiriye. Dibêje Bagdu têkililya wî bi PKK’ê re heye û divê emnieyt wî bigire. Îdia dike ku dema xwepêşandanên Kobanê cihê wî yê kar zirar ditie û dixwaze der heqê wî de lêpirsîn bê kirin. Di sala 2015’an de li ser serlêdana me îfadeya Talîp Guler hat giritn lêbelê diyar kir ku têkiliya wî bi cînayetê tune. Piştî lêpirsîna li emniyetê tevî zavayê xwe Servet Koç reviya Sûriyeyê û 12 salan di nava xebatên DAIŞ’Ê de ma. Piştre Servet Koç, li ser medya dijîtal bi kurê Kadrî Bagdu Ferhat Bagdu re dikeve têkiliyê û îtîraf dike ku cînayet bi şahidiya wî ji alilyê DAIŞ’iyan ve pêk hatiye. Me ev îtîraf ji Serdozgeriya Komarê re ragihand lêbelê esas nehat girtin.” 
 
‘DÊ DAXWAZNAMEYEKE NÛ JI BO DOZGERIYÊ BÊ PÊŞKÊŞKIRIN’
 
Bek anî ziman ku piştî Guler ji Sûriyeyê anîne, ji qanûna “poşmaniyê” sûdwergirtiye û îtiraf kiriye û di çarçoveya dosyaya Bagdu de hêj îfadeya wî nehatiye girtin. Bek diyar kir ku dê ji nû ve serî li dozgeriyê bide û daxwaz bikin ku agahiyên têkildarî cînayetên di dema xwepêşandanên Kobanê de hatine kirin parve bike û wiha pê de çû: “Em ê serî li dozgerê dozê bidin. Divê dozger tenê bi îfadeyên berê yên înkarê sînodar nemîne û divê lêpirsîna vî kesî ku endamtiya DAIŞ’ê qebûl kirî, bike. Talîp Guler, piştî anîn Tirkiyeyê hinek îtîraf kir lêbelê têkildarî cînayeta Kadrî Bagdu hêj îfadeya wî nehatiye girtin. Em ê daxwaz bikin ku Guler di çarçoveya cînayetên dema xwepêşandanên DAIŞ’ê de ji nû ve bê lêpirsînkirin. Divê delîl bi awayekî objektîf bên komkirin. Lêbelê em dema li pratîkê dinêrin, cînayetên siyasî wek kiryar nediyar tên hiştin.”
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen