Akademîsyenê Îtalî Venturini: Pêvajo bi saya Abdullah Ocalan gihîşt vê astê

Parve bike:

ENQERE - Akademîsyenê Îtalî Federico Venturini diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê ji bo veguhestina pêvajoyê li ser zemînekî hiqûqî girîng e û destnîşan kir ku hewldanên bi îstiqrar ên Abdullah Ocalan ên ji bo pêşxistina rêyeke siyasî ya li derveyî şer ev encam aniye holê û bal kişand ser "mafê hêviyê".

 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pêşnûmeya "qanûna çarçoveyî" bi îmzeya nêzîkî 360 parlamenteran ve ji bo Serokatiya Meclisê hat pêşkêşkirin. Her çend hinek xal bibin sedema nîqaşa li ser çarçove û sepandina pêvajoyê jî, tê payîn ku pêşnûme qanûn îro li Komîsyona Adaletê, piştre jî li Lijneya Giştî ya Meclisê bê gotûbêjkirin û roja duşemê bibe qanûn.
 
 
Akademîsyenê Îtalî Federico Venturini, pêşnûme nirxand.
 
'MAFÊ HÊVIYÊ NÎŞANEYA ŞÊNBER A ÎRADEYA SİYASÎ YE'
 
Venturini diyar kir ku pêşnûme qanûn ji bo veguhestina pêvajoyê bo zemînekî hiqûqî girîng e, lêbelê hiştina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li derveyî çarçoveyê û cihnegirtina "mafê hêviyê" bi armanca aştiyê re nagunce. Venturini diyar kir ku pêvajo bi saya hewldanên siyasî û banga ku Abdullah Ocalan bi salan e didomîne gihîştiye vê astê û anî ziman ku aştiya mayinde ne tenê bi çekberdanê, lê bi reformên hiqûqî yên ku demokratîkkirinê esas digirin, diyaloga siyasî û mekanîzmayên baweriya dualî pêkan e û ev tiş got: "Qebûlkirina mafê hêviyê, dê bibe nîşaneya zelal a nîşandana îradeya siyasî ya dualî ya dewletê jî ji bo pêvajoyê." Venturini, her wiha bal kişand ser berpirsiyariyên cemaweriya navneteweyî jî.
 
'PÊVAJO HÊJ JÎ HESAS Û KÊM YE'
 
Venturini diyar kir ku pêşkêşkirina "çarçoveya hiqûqî" bo Meclisê geşedaneke girîng û pêwîst e û got ku ev gav pêvajoyê ji daxuyaniyên siyasî û hewldanên yekalî wêdetir dibe û li ser zemînekî cemawerî û sazûmanî bi cih dike û pêvajo hêj jî hesas û kêm dimîne û wiha axivî: "Çarçoveya hiqûqî ya ku ji raya giştî re hatiye parvekirin, di derbarê tespîtkirina bidawîbûna fesixkirin û çekberdana rêxistinê de rayeyek zêde dide saziyên ewlehiyê. Ev rewş wê xetereyê vehewîne ku pêvajo li şûna çareseriya siyasî û demokratîkbûnê, pêşî di çarçoveya ewlehî û çekberdanê de bê pênasekirin. Çekberdan dikare bibe yek ji hêmanên bingehîn ên aştiyê, lê nikare bibe tenê pîvana aştiyê."
 
'PÊVAJO BI SAYA OCALAN GIHÎŞT VÊ ASTÊ'
 
Venturini destnîşan kir ku zemînê siyasî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya veguhêz bo siyaseteke demokratîk ava kiriye di asta gihîştî de diyarker e û wiha pê de çû: “Banga Abdullah Ocalan di tevahiya Tevgera Azadiyê ya Kurd de bersiv dît. Ji ber ku Ocalan ji aliyê dîrokî, siyasî û rêxistinî ve xwedî hêzek bêhempa ye. Ji ber vê yekê, her nirxandineke cidî ya li ser asta heyî divê bipejirîne ku pêvajo ne tenê însiyatîfeke hikûmetê ye. Ev pêvajo di heman demê de encama veguherîna bi salan a di nav Tevgera Azadiyê ya Kurd de û hewldanên bi îstîqrar ên Ocalan ên ji bo pêşxistina rêyeke siyasî ya li derveyî şer e.
 
Ji ber vê yekê ez rewşa heyî wekî qonaxeke diyarker dibînim. Qanûn, tenê heke Meclis wê ji çekberdanê wêdetir bibe dikare bibe destpêka pêvajoyeke rastîn a aştiyê. Ji bo vê divê beşdarbûna siyasî, wekheviya hiqûqî, mafên girtî û hikumxwaran, demokrasiya xwecîhî, mafên ziman, nûnertî û teminata li dijî polîtîkayên zextê yên ji nû ve vehewîne. Pirsa bingehîn ev e ku, gelo dewlet amade ye ku Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd jî wekî muxatabên siyasî yên rewa ji bo şekildana qonaxa din a pêvajoyê qebûl bike an na.”
 
'DIVÊ AKTORÊN NAVNETEWEYÎ RASTIYA PÊVAJOYÊ QEBÛL BIKIN'
 
Venturini diyar kir ku divê civaka navneteweyî di warê gihandina pêvajoyê bo çarçoveyeke hiqûqî de tevkariyên mayinde û şênber pêşkêş bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê aktorên navneteweyî rastiya siyasî ya pêvajoyê qebûl bikin. Pêvajo bi banga ku Abdullah Ocalan kiriye dest pê kiriye û bi bersiva Tevgera Azadiyê ya Kurd pêkan bûye. Sînordarkirina pêvajoyê bo fesixkirina teknîkî ya rêxistineke çekdar, dê hem dînamîkên derketina holê şaş binirxîne hem jî paşeroja pêvajoyê lawaz bike. Ocalan di vê pêvajoyê de ne aktorekî duyemîn e. Civaka navneteweyî divê her wiha meseleyê ji perspektîfeke teng a têkoşîna li dijî terorê nenirxîne. Divê qebûl bike ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek e ku aliyên wê yên siyasî, civakî, çandî û herêmî hene.”
 
'DIYALOG Û REFORMÊN HIQÛQÎ DIVÊ BÊN RÊVEBIRIN'
 
Venturini diyar kir ku diyaloga siyasî divê bi reformên hiqûqî re hevdem bên rêvebirin û axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoyeke siyasî ya ku bi reformên hiqûqî nayê piştgirîkirin, dibe ku girêdayî îradeya kesên li ser desthilatê bimîne. Reformên hiqûqî yên ku xwe naspêrin lihevkirina siyasî jî, bêyî ku sedemên bingehîn ên pevçûnê bibîbe, rîska wê heye ku bibin mekanîzmayeke îdarî ya teng ku tenê pêvajoya çekberdanê bi rêve dibe. Ji ber vê yekê qanûna çarçoveyê divê wekî destpêka pêvajoyeke berfirehtir a demokratîkbûnê bê nirxandin.
 
Mafê hêviyê, gihîştina birêkûpêk a bo parêzeran û şandeyên siyasî, azadiya ragihandinê û azadiya fîzîkî, divê wekî hêmanên ku ji pêvajoya aştiyê nayên veqetandin bên nirxandin. Ji ber vê yekê çareseriya mayinde, qebûlkirina siyasî ya zelal hewce dike. Abdullah Ocalan ne li derveyî pêvajoyê ye. Ew yek ji mîmarên sereke yên pêvajoyê, muxatabê esasî yê tevgera azadiya Kurd û aktorekî jêneveger e di veguhestina îhtimala aştiyê bo rastiyeke demokratîk de.”
 
MA / Denîz Karabudak