Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket
- Çand û Huner
- |
- 7 Tebax 2026 12:17
- |
AMED - Hejmara nû ya Kovara Bajar a ku bi zaravayê Kirmancî û Kirmanckî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê weşandin derket.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kovara xêz û xêzeçîrokan a bi navê Bajarê, bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî diweşîne. Ev kovar ji du mehan carekê bi awayê online tê weşandin û armanca wê ew e ku çanda xwendinê ya bi zimanê dayikê bi pêş bixe.
Di hejmara Tîrmeh û Tebaxê ya 2026an de danasîna jîyana hunermenda navdar Eyşe Şan û karakterê efsanewî yê çîrokên wêneyî Ken Parker tên kirin. Her wiha, Keko, Kûto û Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf bi serpêhatiyên xwe yên nû di rûpelên kovarê de cih digirin.
Xwendevan dikarin bi awayekî bêpere li ser malpera bajar.tr xwe bigihînin hemû hejmarên kovarê.